Li Sûdanê amadekariyên xwepêşandanên nû tên kirin

Li dijî biryarên serokê meclisa serweriyê Ebdulfetah El-Burahn ên di 25`ê Cotmehê de girtine, îro li paytexta Sûdanê Xartûm xwepêşandanên nû tên lidarixstin.

Li Sûdanê amadekariyên xwepêşandanên nû tên kirin
17 mijdar, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo tevlêbûna xwepêşandanên nû ku dê îro li kolana Metar, Kolana 40`î yên paytexta Sûdanê Xartûm werin lidarxistin, bang hat kirin.

Koordînasyonên komîteyên berxwedanê yên bajarê Um Derman ragihand ku ew piştgiriya xwepêşandanan dike, lê belê di hin detayan de bi odeya hevpar re li hev nekir. Her wiha diyar kir ku ew li ser xwepêşandana rojekê li kolana 40`î, erê dike.

Koordînasyona komîteyên “berxwedana Kerrî” jî biryara destekdayîna xwepêşandanan da.

Meclisa navendî ya hêzên ragihanda azadiyê û guhartinê jî destnîşan kir ku ew jî piştgiriya Xwepêşandanan dike.

(dm)