Hêzên hikumeta Şamê bi moşekên Krasnopol başûrê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê îro bi moşekên Krasnopol gelek bajarokên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekên Krasnopol başûrê Idlibê topbaran kir
17 mijdar, 2021   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekên lazerê (Krasnopol) herêmên li gundên Bilyon, Jozêf û Ibilîn ên çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê kirin hedef û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Hêzên hikumeta Şamê duh gundê Kefer Nûran ê li rojavayê Helebê topbaran kiribû. Di encamê de zarokek û jinek hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûbûn.

(dx)