‛Divê jin yek helwestê nîşan bidin ku ji dagirkeriya Tirk rizgar bibin’

Jinên siyasetmedar bang kir ku piştgiriya berxwedana QSD’ê li dijî dagirkeriya Tirk bikin û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û hemû pêkhateyan qir bike.

‛Divê jin yek helwestê nîşan bidin ku ji dagirkeriya Tirk rizgar bibin’
17 mijdar, 2021   08:13
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî herêmê bi armanca têkbirina ewlehiya wê zêde kir. Ev gefên wê rê li ber vejandina DAIŞ`ê vedikin.

Piştî dagirkirina Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk hewl dide beşên din ên axa Sûriyê dagir bike. Bi rêya dronan komkujiyan li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û malbatên welatparêz dike hedef. Di 9`ê Mijdarê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîl kir hedef, di encamê de kesayeta welatparêz Yusif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Girêdayî mijarê endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsa Yekitiya Jinan a Suryan şaxê Qamişloyê Corcêt Bersûm got: “Dewleta Tirk di dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê de roleke mezin dilîze. Ji ber mudaxeleyên wê alozî gûrtir bû û fitne di navbera gel de belav bû. Ew bi van kiryaran hewl dide aloziya xwe ya hundir derxe derve û projeya neteweya demokratîk têk bibe.”

Corcêt Bersûm wiha domand: “Ji 9 salan ve projeya neteweya demokratîk li herêmê pêk hatiye. Dewleta Tirk dixwaze siyasetên xwe yên netewperest û yên mezhebî belav bike ku bi rêya wê mafên gelan bin pê dike û rê li pêşiya azadiya ramanê digire. Her wiha qebûl nake pergeleke demokratîk li herêmekê li kêleka wê hebe ku tê de gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.”

JI TIRSA KU ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ DERBASÎ TIRKIYÊ BIBE

Corcêt Bersûm destnîşan kir ku dewleta Tirk bi fikar e ku çirûska berxwedanê derbasî Tirkiyê bibe û got: “Ji bo ku ev yek pêk neyê, çi ji desta wê tê dike. Vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çeteyên DAIŞ`ê û El-Nusrayê û bicihkirina kesên biyanî li şûna şêniyên resen, têk dibe.”

Li gorî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge kiriye dewleta Tirk a dagirker ji dema Serêkaniyê û Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de dagir kirine, zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn.

Corcêt Bersûm behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û got: “Wê şêniyên resen ên kurd, ereb, suryan, keldan, asûr û ermen koçber kirin, mal û milkên wan desteser kirin. Lê serhildana gelê me ya li dijî zulm û zordestiyê û ji bo ku mafên xwe bi dest bixe, ji bo Tirkiyê metirsî ye.”

Corcêt Bersûm da zanîn ku ji ber dewleta Tirk dizane jin stûna sereke ya avakirina civakê ye, nasnameya jinan dike hedef.

Her wiha Corcêt Bersûm daxuyand ku dewleta Tirk ji van êrişên xwe armanc dike projeya xwe ya mêtînger a osmanî firehtir bike û împeratoriya mirî vejîne. Corcêt Bersûm piştrast kir ku gelê herêmê ji van komployên li dijî herêmê baldar in û bi lîstokên dewleta Tirk nayê xapandin û dê li hemberî wê bisekine.

Corcêt Bersûm bang li tevgerên jinan ên li hundir û derveyî Sûriyê kir ku baldar bin û di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî kar bikin da ku sûcên hovane yên li dijî xelkê herêmê tên kirin belge bikin û pergala heyî di dadgeha cezayan a navneteweyî de ji ber sûcên ku kirine were darizandin.

Corcêt Bersûm di dawiyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkeve û ji bo darizandina dewleta Tirk bang li avakirina komîteyeke navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî belge bikin.

‛ARMANC DAGIRKIRINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI GIŞTÎ YE’

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Taz Başa got: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker e û armanca wê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye.”

Taz Başa destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êriş û gefên xwe yên li dijî herêmê armanc dike tevliheviyê û nearambûnê li herêmê çêke û tirsê belav bike da ku şênî koçber bibin û piştre malûmilkên wan desteser bike.

Taz Başa berxwedana destanî ya YPG û YPJ`ê ku li hemberî DAIŞ`ê nîşan daye destnîşan kir û got: “Ji bo ku em ji vê dagirkeriyê xilas bibin divê jin helwesteke hevgirtî li qadan û eniyên şer nîşan bidin.”

Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan Taz Başa bang li jinan kir ku tev li çalakiyên 25`ê Mijdarê bibin ku tên payîn li dar kevin, piştgiriya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û li dijî siyaseta hovane ya dewleta Tirk a li hemberî şêniyên herêmê bisekinin.

(şx)

ANHA