Xelîfe Hefter beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên Lîbyayê dibe

Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter îro belgeyên namzetiya hilbijartinên serokatiyê yên Lîbyayê pêşkêşî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a li Benxaziyê kirin.

Xelîfe Hefter beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên Lîbyayê dibe
16 mijdar, 2021   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter îro (sêşemê) ragihand ku ew xwe ji bo namzetiya hilbijartinên serokatiyê yên Lîbyayê pêşniyar dike. Hefter piştî ku belgeyên pêwîst pêşkêş kirin, li ser televîzyonê axivî û diyar kir ku ew ne ji bo desthilatdariyê lê belê ji bo ku gelê Lîbyayê di qonaxeke çarenûsî de bi rê ve bibe, beşdarî hilbijartinan dibe.

Hefter piştrast kir ku ew bi yekitiya welat, serwerî û serxwebûna wê ve girêdayî ye.

Hefter soz da eger bi ser bikeve, dê li kêleka lîbyayiyan bisekine da ku xewnên wan û di serî de yekitiya welat, serwerî û serxwebûna wê pêk bîne.

(dm)