Pedersen: Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevkariya Rûsya-DYA’yê heye

Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen got ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke cidî ya Washington û Moskovê heye. Her wiha desntîşan kir ku cezayên li ser hikumeta Şamê, xebatên ji nû ve avakirinê asteng dikin.

Pedersen: Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevkariya Rûsya-DYA’yê heye
16 mijdar, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Geir Pedersen di hevpeyvîneke li gel tora Sky News El-Erebiye de got: “Cezayên li ser hikumeta Şamê hatine ferzkirin, xebatên ji nû ve avakirinê yên li welêt asteng dikin. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke cidî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê heye.”

Pedersen meha borî ragihandibû ku dan û standinên komîteya destûrê ya Sûriyê ku li Cinêvê li dar diketin, bê encam bi dawî bûn. Her wiha diyar kir ku civîna dawî bêhêviyek bû, ji ber ku beşdarên wê bi awayekî rast fêm nekir ku çawa dan û standinan bi pêş bixin. Ji ber wê civîn bê encam bi dawî bû.

Li gorî hinek çavdêran, bi hatina Joe Biden re pêşketinek di aloziya Sûriyê de çêbû, bi taybet piştî ku Amerîkayê hêzên xwe li gelek herêmên Sûriyê bi cih kirin. Her wiha li gorî texmînan wan, Biden dê biryara 2254’an pêk bîne ku li gorî wê ji mafê gelê Sûriyê re çarenûsa welatê xwe bi rêya lidarxistina hilbijartinên di bin çavdêriya navneteweyî de diyar bike, agirbest pêk were û hikumeteke demkî were avakirin.

(şx)