​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Esed rola meclisa olî xurt dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, hilbijartinên Lîbyayê û aloziya koçberên li ser sînorê Polonya-Belarûsê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Esed rola meclisa olî xurt dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Esed rola meclisa olî xurt dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Esed rola meclisa olî xurt dike
16 mijdar, 2021   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-ESED ROLA MECLISA OLÎ XURT DIKE’

Têkildarî rojeva Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî rexneyên ji miftiyê Sûriyê Ehmed El-Hesûn re yên ji ber daxuyaniyên wî di sersaxiya hunermend Sebah Fexrî de, serokê Sûriyê Beşar El-Esed duh biryarek derxist û li gorî wê rola Meclisa Zanistên Olî xurt kir û erkên wê yên taybet zêde kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) duh got El-Esed biryarek derxistiye û li gorî wê dê avakirina “Meclisa Zanistên Olî” di Wezareta Ewqafan de were guhertin ku wezîr bibe serok û cîgirên wî hebin.

Her wiha li gorî biryarê erkên wan hatin diyarkirin, madeya 35`an a qanûna giştî ya 2018`an hat betalkirin û hate gotin: “Miftiyê giştî yê Komara Erebî ya Sûriyê tê binavkirin, erkên wî tên diyarkirin.”

Di rojên dawîn de daxuyaniyên El-Hesûn di sersaxiya Sebah Fexrî ketin rojevê, El-Hesûn gotibû “Vegerin welatê xwe, li derve dê kesek tune be li ser we nimêj bike.”

Meclisa Olî El-Hesûn ji ber şîroveyên wî yên şaş, rexne kiribû."

‘ÎXWANÊN LÎBYAYÊ LI DIJÎ HILBIJARTINAN ŞER ÎLAN DIKIN’

Der barê rewşa Lîbyayê de jî, rojnameya El-Beyan wiha got: “Mîlîsên li rojavayê Lîbyayê gefa girtina nivîsgehên Komîseriya Hilbijartinan li herêmên xwe xwar û ragihand ku ew dixwazin şemiya bê xwepêşandanan li dar bixin da ku beşdarbûna Xelîfe Hefter û Seyf El-Îslam El-Qedafî di hilbjiartinên serokatiyê de, red bikin. Çekdaran navendên komîseriya hilbijartinan li bajarên Zawiyê, Zilêtin û Xeryan girtin û bi wê yekê li dijî hilbijartinan şer ragihand.”

Hemwextî van geşedanan, xîtaba provokatîf a koma Îxwanan û hevalbendên wê li dijî Komîseriya Hilbjiartinan û beşdarbûna Hefter û Qedafî di hilbijartinan de, zêde bû.”

‘YE AMADEKARIYA GIRANKIRINA CEZAYAN LI SER BELARÛSÊ DIKE’

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa aloziya koçberan kir û got: “Yekitiya Ewropayê (YE) amadekariyan dike ku ji ber aloziya koçberan a vê dawiyê cezayên li ser Belarûsê girantir bike. Ev yek gefa gurbûna aloziyê zêde dike ku Mînsk bi bikaranîna aloziyê ji bo kêmkirina cezayên berê yên YE`yê lê ferz kirine, tê tawanbarkirin.

Beriya civîna YE`yê li Brukselê, wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas got ku YE dê li hemberî bikaranîna koçberan, cezayan girantir bike.

Ji beriya çend mehan ve bi hezaranan koçberên ji Rojhilata Navîn hewl didin ji Belarûsê derbasî Polonyayê bibin ku endama YE`yê ye.

Belarûs dibêje ku nêzî 2 hezar kes li kampa koçberan hene, di nav de zarok û jinên ducanî jî hene. Polonya jî dibêje ji 3 heta 4 hezar koçber li ser sînor hene.”

(cx)