Dijberên hikumeta Etyopyayê hewl didin rêya Jiboutî-Edîs Ababa kontrol bikin

Hindek maye dijberên hikumeta Etyopyayê rêya di navbera Edîs Ababa û Jiboutiyê de kontrol bikin.

Dijberên hikumeta Etyopyayê hewl didin rêya Jiboutî-Edîs Ababa kontrol bikin
15 mijdar, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şer di navbera artêşa Etyopyayê û dijberên hikumetê yên Eniya Tîgray de li bakurê welêt li herêmên Amhara û Efer û hinek deverên herêma Oromya berdewam in.

Li gorî tora El-Erebiye, çekdarên Eniya Rizgarkirina Tîgray hewl didin rêya di navbera paytextê Edîs Ababa û Jiboutiyê de kontrol bikin.

Hikumeta Etyopyayê jî diyar kir ku ew ji pêşniyarên Afrîkayê re ji bo çareserkirina aloziyê, vekiriye. Girêdayî mijarê duh bi şev serokê Kenyayê Uhuru Kenyatta gihaşt Edîs Ababayê û bi serokwezîrê Etyopyayê Abî Ehmed re agirbesta bi Tîgray re nîqaş kir.

Abî Ehmed dateyên serdanê eşkere nekirin.

Piştî ku Amerîkayê têkildarî şerê li Etyopyayê ceza li ser Eritreaya ferz kirin, têkiliyên di navbera Edîs Ababa û Washingtonê de aloz bûn.

(şx)