Rûsyayê gundekî ku nuqteyên dewleta Tirk lê hene bombebaran kir

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên rojavayê Helebê topbaran kir. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê gundekî rojhilatê Idlibê ku nêzî rêya M4 e û çend nuqteyên dewleta Tirk tê de hene bombeberan kir.

Rûsyayê gundekî ku nuqteyên dewleta Tirk lê hene bombebaran kir
15 mijdar, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li ser gundê Kefernûran ê gundewarên rojavayê Helebê de jinek hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî, balafireke Rûsya çend caran gundê Mejdeliya yê li ser rêya Heleb-Lazîqiyê "M4" ê rojhilatê bajarê Idlibê ku çend nuqteyên girêdayî dewleta Tirk tê de hene, bombeberan kir.

Navenda Çavêdriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundê Sifûhin, El-Fitêra, Filêfil ê li çiyayên Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kir.

 (bx)