​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dolarên Îranê li başûrê Sûriyê metirsiyan li gel El-Esed çêdike

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, rewşa koçberên li ser sînorê Belarûs û rewşa Lîbyayê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dolarên Îranê li başûrê Sûriyê metirsiyan li gel El-Esed çêdike
15 mijdar, 2021   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

DOLARÊN ÎRANÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ METIRSIYAN LI GEL EL-ESED Û RÛSYAYÊ ÇÊDIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: "Raporên istixbaratên leşkerî yên Îsraîlê got hêzên îranî di mehên dawî de çenteyên tijî dolar ber bi gelek aliyan li bajarokên başûrê Sûriyê ve li herêma Horan û Colan şand. Armanc ji vê yekê ku wan li gorî ajindeyên xwe û armancên xwe yên siyasî û mezhebî bikar bîne."

Di raporê de hate gotin, pere gihaştin hejmarek ji rêveberên civakê li bajarê Siwêda û gelê Ereb ên Durzî ku bi destekdayîna ji rejîmê re dihatin naskirin. Li gorî rapora Îsraîlê ku pere gihaştin rêveberên bajarokê Qerfa ku Îranê ew bajarok ji mezhea Sunî xist mezhea Şiî.

Sala borî jî raporek li ser hewldanên Îranê yên belavkirina Şîa li herêmên Suniyan hebû. Li gorî rapora nû ya îstixbarata Îsraîlê, çalakiyên Îranê berfireh dibin nexasim li herêmên başûr û rojhilatê Sûriyê, her wiha nêzî sînorê Lubnanê. Mal û erdan bi hejmarên mezin dikirin. Niştecihên nû ji Îranê yan jî kesên Şîa ji welatên din ên herêmê tînin wekî Iraq, Efganistan û Yemenê, her wiha rewşa aborî ya xirab a niştecihên herêmê bi kar tînin û komeleyên xêraxwaziyê ava dikin da ku niştecihan bixapînin.

KOÇBERÊN JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI BER DERIYÊ EWROPA DI NAVA SERMA Û TIRSA VEGERÊ DE NE

Girêdayî aloziya koçberên li ser sînorê Belarûsê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Serkût Ismet birçî bû û ji ber sermayê êşê dikişînê û di navbera hêzên Polonya û Belarûsê de li ser sînorê rojhilatê Yekitiya Ewropayê hatibû dorpêçkirin."

Beriya du heftiyan Ismet dev ji mala xwe ya li Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê, berda. Erebeya xwe firot. 2 hezar û 600 dolar da ku bi rêya otobîsê bighêje Tirkiyê. Her wiha Ismet bi rêya balafirê gihîşt Minsk, 3 rojan de li paytexta Belarûsê man û hêvî dikir derbasî Polonyayê bibe û di dawiyê de derbasî Almanyayê bibe û bighêje birayê xwe yê mezin.

Li xeyalên wî li cihekî nêzî sînorê Polonyayê hilweşiyan. Hêzên Belarûsyê ew tevî gurûpekê sekinand û ew û tevî gurûpekê rastî lêdanê hatin. Ew gurûp çend rojan di daristanê de hate dorpêçkirin û derfet nedan wan ku derbasî Polonyayê bibin yan jî vegerin Minskê.

SÊF ISLAM JI SIBHA XWE JI BO HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ HILBIJART

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha got: "Ji bajarê Sebha ku paytexta başûrê Lîbyayê ye, Sêf Islam (49) duh derket û dosyaya xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê ku dê di 24`ê Kanûnê de werin lidarxistin, pêşkêş kir."

Komserîya Niştîmanî ya Bilind a Serbixwe ya hilbijartinan got, Sêf El-Îslam kaxezên xwe pêkêşî nivîsgeha rêveberiya hilbijartinên Sibhayê kir û hemû bendên qanûnî li gorî qanûna (1) ku ji aliyê meclisa parlementeran a derbarê hilbijartina serokê dewletê de, temam kir.

(bx)