Şaredariya Minbicê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn

Şaredariya Gel a Minbicê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, ji wan sererastkirina rêyan, vekirina garacan û çaksazkirina stasyona Qeşlî ya avê.

Şaredariya Minbicê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
15 mijdar, 2021   07:05
MINBIC EHMED QERACE

Komîteya Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn.

Li ser vê mijarê hevseroka Komîteya Şaredariyan a bajar û gundewarê Minbicê Bêrîvan Derwîş got: "Ji ber bûdceya îsal kêm bû, hejmara karkeran îsal kêm e, me hewl da bi hemû derfetên xwe bixebitin."

Bêrîvan Derwîş wiha domand:" Me bi projeyên sererastkirina rêyên bajar dest pê kir, bi qasî 5 hezar metrekup qîr rêyên bajêr hatin çêkirin, ji ber ku mijqdara qîr û budce kêm in. Her wiha ji ber nêzîkbûna zivistanê me xetên kanalîzasyonê paqij kirin. Ji bo xebatên şaredariyên gundan, çalakî tenê girêdayî kirîna alavên ku xizmeta gundan dike."

Têkildarî xebatên veguhestinê jî  Bêrîvan Derwîş got: "Ji bo xizmeta şêniyên li aliyê rojavayê bajar li ser rêya Cizîrê, me garacek vekir. Her wiha me garaca Heleb a kevin a naverasta bajar ji nû ve sererast kir da ku xizmeta şêniyên gundewarê rojavayê bajar bike qarbalexa trafîkê kêm bike."

Hevseroka Komîteya Şaredariyê li ser xebatên Gerînendeya Jîngehê ev tişt diyar kir: "Ji bo şewitandina çopa bermahiyên tibî me cihek li gundê Muhtereq veqetand, me hemleyeke li dijî nexweşxaneya Laşmanyayê li dar xist ku di demên dawî de zêde belav bû. Ev hemle tenê li gundan hate lidarxistin. Dîsa jî stasyona avê ya Qeşlî ku ji ber kêmbûna rêjeya avê ji xizmetê derketibû, hate sererastkirin."

Hevseroka Komîteya Şaredariyan a bajarê Minbic û gundewarê wê Bêrîvan Derwîş diyar kir ku ji ber kêmbûna derfetan û xemasiya şêniyan ew zehmetiyan dikişînin û wiha pê de çû: "Şênî besteyan li ser peyarê datînin, em jî hewl didin rê vekin, lê xwediyên besteyan bersiva me nadin. Ji ber vê yekê em bang li şêniyan dikin ku bi me re hevkar bin, ji be ku em xizmeta civakê dikin da ku wêneya xweşik a bajarê xwe bidin xuyakirin."

(dm)

ANHA