Dr. Abbas Mansûran: NATO û NY ji bikaranîna çekên kîmyewî berpirsyar in

Dr. Abbas Mansûran diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî bêperwa çekên kîmyewî bi kar tîne û ji bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî sûdê werdigire. Mansûran got NATO û NY ji pêşîgirtina li darizandina sûcdaran berpirsyar in.

Dr. Abbas Mansûran: NATO û NY ji bikaranîna çekên kîmyewî berpirsyar in
15 mijdar, 2021   05:18
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Bikaranîna çekên kîmyewî di gelek peyman û peymanên navneteweyî de weke sûc tê pênasekirin. Lê belê dewleta Tirk her roj li pêş çavên tevahiya cîhanê vî sûcî didomîne. Tevî ku bi sedan caran hatiye belgekirin ku ev çek li dijî gelê Kurd û gerîla hatine bikaranîn jî, dewleta Tirk tu carî nehatiye darizandin û ji tu dewlet, sazî û rêxistinên navneteweyî nerazîbûneke ku berpirsyariya sûcê dewleta Tirk hebe, nehatiye nîşandan.  Berevajî vê van hêzan dabînkirina van çekên kîmyewî ji dewleta Tirk a dagirker re domand.

Di 23'yê Nîsana 2021'an de di şerê asîmetrîk ê li hemberî Hêzên Parastina Gel (HPG) de bi teknîka çekên pêşketî re bi sedan caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn. HPG'ê di bîlançoya xwe ya şer a 6 mehan de ragihand ku dewleta Tirk di şerê xwe yê li hemberî gerîla de 323 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Heta niha 33 gerîla di êrişên kîmyewî de şehîd bûne. Her wiha banga PKK'ê ya dubare ya 'bila heyetên bêalî lêkolînê bikin' bê bersiv ma.

Sazî û kesayetên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê gelek belge li cihên bûyerê yên êrişên bi çekên kîmyayî kom kirin û ragihandin, her wiha ji 28 sazî û rêxistinên peywendîdar ên navneteweyî re şandin ku di nav wan de Amerîka û welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) jî hene.

Dr. Abbas Mansûran ku di salên 1980'yî de di dema şerê Iraq-Îranê de li beşa tibî ya şewatan de dixebitî, li ser belge û lêkolînên têkildarî bikaranîna çakên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, axivî.

Welatiyê Swêdê Dr. Abbas Mansûran ku li Îranê ji Beşa Tenduristiya Gel, Bakteriolojî û Epîdemîolojiyê mezûn bûye û di warê vîrolojî, immunolojî û rêbazên tespîtkirinê yên enfeksiyonên bakteriyan de lêkolînan dike. Mansûran diyar kir ku ew amade ye di heyeteke bêalî de cih bigire û ji bo lêkolîna li ser banga PKK'ê biçe herêmê.

Dewleta Tirk ev demeke dirêj e çekên kîmyewî bi kar tîne. Tevî gelek delîlan jî dewleta Tirk tu carî ji ber van sûcan nehatiye darizandin. Ev demeke dirêj e hûn dozên çekên kîmyewî lêkolîn dikin. Têkildarî belgeyên heta niha hatine komkirin û lêkolînkirin, hûn dixwazin çi bibêjin?

Li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn. Ev vedigere salên 1990'yî. Li her dera ku li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedan bi pêş ket, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîn. Di gelek raporan de hate eşkerekirin ku dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji bêdengiya saziyên navneteweyî, çekên kîmyewî bi awayekî bêperwa bi kar anîne.

Di nava raporên beriya niha de raporek heye ku ji aliyê PDS (Partiya Sosyalîst Demokrat a Alman) ve li ser komkujiya Ballikaya hatibû amadekirin û ev rapor anîbûn rojeva Meclisa Federal a Almanyayê. Ji ber ku Almanya yekser di nava vê komkujiyê de cih digirt. Hin parçeyên bombeyê yên ji aliyê Heyva Sor ve ji cihê bûyerê hatibûn wergirtin, ji aliyê rojnamevanekî ve hatibûn bidestxistin. Di lêkolînên edlî yên li Zanîngeha Munhenê de hat îspatkirin ku li ser parçeyan şopên gaza CS-qedexekirî (cyanokarbon) hatine dîtin. Ji tora televîzyona dewletê ya Almanyayê (ZDF) Kennzeichen D, di bernameyekê de ragihand ku ji sala 1995'an û vir ve bombeyên bi navê RP707 tên naskirin ji aliyê Buck&Depyfag ve ji dewleta Tirk re tên firotin.

Zanîngeha Hamburgê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk di Îlona 2009'an de di êrişên ku di encamê de 8 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn, kir belge. Şahidên bûyerê jî bikaranîna çekên qedexekirî piştrast kiriye. Heyetek ji parêzvanên mafên mirovan ên Alman, ji bo wêneyên cenazeyên gerîlayên şehîd bikişînin, çûn herêmê û wêne kişandin.

Di navbera 14-22'yê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê ya Colemêrgê 16 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên şewitî yên gerîlayên şehîd bi rojan li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatin ragirtin. Nîşaneyên cidî yên ku dewleta Tirk êrişa bi çekên kîmyewî pêk aniye, ji raya giştî re aşkera bûn.

Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla, di sala 1995'an de jî derketibûn holê.

Di 3'yê Gulana 1995'an de li Ballikaya ya Şirnexê gerîlayên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) hatin qetilkirin. Dîmenên ku artêşa Tirk qeyd kirine û di sala 2009'an de di Roj TV'yê de hatin weşandin û tê de dihat gotin ku "Leşkerên me di bin xetereya jehrîbûnê de ne, lê dîsa jî bi awayek qehremanî dikevin hundir" û "Tevî ku em rojekê li bendê man jî bandora gazê berdewam dike."

Tevî van hemû belge û tespîtan jî dewleta Tirk li tu dadgehekê nehatiye darizandin. Tevî vê yekê, firotina çekên kîmyewî ji dewleta Tirk re jî gihîştiye asteke bilind. Divê ev çawa bê şîrovekirin?

Tirkiye endama NATO'yê ye. NATO bi desteka xwe ya çekan a ji bo dewleta Tirk û çekên îmhaya komî hevkarê van sûcan e. Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya NY’yê di rastiyê de ne civatên neteweyan, civatên hikumetan in. Ev sazî bi berjewendî û polîtîkayên hêzên van welatan pêk tên û tên birêvebirin.

Delîlên xurt û zelal hene ku çekên tevkujiyê ji aliyê şîrketên çekan ên heman welatên xurt ve ji dewleta Tirk re tên firotin. Ji ber vê yekê van dewletan sûcên li dijî gelên herêmê yên bêparastin û azadîxwaz, paşguh dikin.

Belge hene ku nîşan didin gelek hikumet bi Tirkiyê re hevkariyê dikin. Bi zanebûn, bi îrade çekan difiroşin. Ji çekên tevkujiyê yên li Tirkiyê jî berpirsyar in. Di hevkariya leşkerî ya NATO'yê de hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re didomînin. Ev tê wê wateyê ku NATO û dewletên endamên wê destekê didin dagirkeriyê. Mînak; The Times di sala 1990'î de aşkera kir ku hikumeta Îngilîz çekên qedexekirî difiroşe Tirkiyê.

Zanîngeha Bradford a Îngilistanê di sala 1995'an de raporek amade kir û diyar kir ku Saziya Endustriya Kîmyayê-Makîneyan a Tirk bombeyên gazê yên cyanokarbon ên 120 mîlîmetre hilberandine û li bazara navneteweyî firotine. Ev topên gazê yên ji 120 mîlîmetreyî ku ji aliyê rejîma Tirk ve hatine amadekirin û salekê li fuara AAD ya amûrên leşkerî hatin nîşandan, di nava wan çekan de ne ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) qedexe kirine. Tevî van hemû delîlan jî tu carî lêpirsîna van sûcan nehat kirin.

Çend sal berê li Serêkaniyê û Girê Spî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di wê pêvajoyê de cenabê te jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û şahidiya wan bûyeran kir...

Min wek erkekê dît ku li rex gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bim ku hema hema ji aliyê hemû dewletên herêmê ve di bin dorpêçê de ne û hewl didin jiyaneke nû ji xwe re ava bikin, tevî şerê li dijî DAIŞ'ê û dagirkeriya Tirk dikin.

Ez bi dilxwazî di Cotmeha 2019'an de beşdarî xebatên tenduristiyê bûm da ku alîkariya birîndar û nexweşên li Hesekê bikim. Di heman serdemê de ez rastî bi sedan kesên ku li Serêkaniyê û derdora wê ji ber êrişên dewleta Tirk birîndar bûbûn, hatim. Me bi sedan mirovên ku ji ber gelek birînên cuda êş kişandin, tedawî kirin. Hin ji van bûyeran ji yên din cudatir bûn. Ew kes bûn hedefa dronên ku çekên kîmyewî bi kar dianîn.

LI ROJAVA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATE BELGEKIRIN

Sûcdariyên gelekî giran hene ku hêzên Tirk fosfora spî bi kar aniye û sûcên şer kirine.

Rapora berfireh a 19 rûpel a ji aliyê Însiyatîfa Parêzvanên Mafên Mirovan a Rojava ve di 10'ê Çileya 2020'an de hat amadekirin û piştî ku di 27'ê Çileyê de li Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin, ji Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re jî hat şandin.

Di encama lêkolîneke laboratuarê ya li bajarê Bern ê Swîsreyê de, hat destnîşankirin ku Tirkiyê di êrişên dagirkeriyê yên sala 2019'an ên li Serêkaniyê de fosfora spî bi kar aniye.

Rapor û tespîtan aşkera kiriye ku fosfora spî ku di metna Peymana Çekên Konvansiyonel a Neteweyên Yekbûyî (CCW) de ji aliyê OPCW ve hatiye qedexekirin ku li dijî wargehên sivîlan bê bikaranîn, li herêmê hatiye bikaranîn.

Armanca raporê belgekirina sûc, binpêkirina mafan û bikaranîna çekên qedexekirî yên ku dewleta Tirk û komên ku piştgiriya wan dike, hem li dijî sivîl û şervanên herêmê û bi taybet di êrişên ku  9'ê Cotmeha 2019'an herêma Serêkaniyê kirin hedef. Çekên hatine bikaranîn binpêkirina qanûn û peymanên Neteweyên Yekbûyî ye. Bikaranîna van çekan binpêkirina peymanên navneteweyî ye û peymanên Konseya Ewleyê yên li dijî bikaranîna van çekan li dijî sivîlan li Sûriyê ye.

Birîndarên ku we bi xwe tedawî kirin, we tespîtên çawa li wan kirin?

Piraniya birîndarên ku me tedawî kirin, sivîl bûn. Hemû birîndaran got ew bi teqemeniyên ku ji dronan li cih û demên cuda hatine avêtin, birîndar bûne.

Di hin rewşan de ji ber şewata heta ji sedî 100 teşhîskirina cenazeyan jî ne pêkan bû. Artêşa Tirk bi îhtimaleke mezin fosfor û bombeyên ku wek Teqemeniyên Metal ên Giran (DIME) bi kar anîn. Birînên ji ber bombeyên DIME'yê bi piranî dişibin yên ji ber bombeyên fosforê û gelek caran jî dibin sedema mirinê.

Ji sala 2000'î û vir ve bandorên kanserojen ên DIME û uranyuma westiyayî ji aliyê artêşa DYA'yê ve hate lêkolînkirin.

Delîl, vîdeo û wêne, belge û belgeyên din nîşan didin ku Tirkiyê ev çekên qedexekirî li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, li deverên gund û bajarî bi kar anîne.

Hêzên hewayî yên Tirk û komên cîhadîst ên bi desteka Tirk bi êrişên hewayî û bejahî êrişî gundan kirin. Heta niha nêzî 400 hezar kes hene ku bêyî ku pêdiviyên xwe yên herî bingehîn ên jiyanî jî bi xwe re bînin, neçar mane malên xwe biterikînin. Ew hîn jî li park û dibistanan hatine bicihkirin û bi rîskên nexweşiyên enfeksiyonê û nexweşiyên epîdemîk re rû bi rû ne.

Ev delîlên li jêr, sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bi awayekî bêguman belge dikin;

 

- Raporên li gorî çavdêriya klînîk

 

- Encamên laboratuarê yên li bajarê Bern ê Swîsreyê

 

- Wêne û video

 

- Navên kesên kuştî û birîndar û awayê birînan
- Nûçeyên medyaya navneteweyî.

Çend caran pêşniyar hat kirin ku êrişên bi çekên kîmyewî bên lêkolînkirin. Çima heyeteke serbixwe naçe başûrê Kurdistanê û lêkolînan nake?

Di dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê de gelek kesên ku bûn hedef û bi çekên kîmyewî birîndar bûn, şandin Başûrê Kurdistanê. Ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve, ji nûner û pisporên NY’yê yê li wir hat xwestin ku bên herêmê û lêkolînan bikin, lê nehatin.

Li gel delîlên xurt ên li ber dest, divê ji ber sûcên li hemberî gelê Rojava, dewleta Tirk bê darizandin. Li ser navê gelê Rojava û Başûrê Kurdistanê divê ev sûc li ber dadgehên gel û raya giştî werin aşkerakirin.

Divê hemû tespît ji rayedarên hiqûqî yên navneteweyî re bên ragihandin. Li gorî belgeyên xurt û şênber, bi taybetî têkildarî êrişên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, prosedureke berfireh a qanûnî tê meşandin. Hewl tê dayîn ku kesên van sûcên li dijî mirovahiyê dikin, li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Ya herî girîng jî divê ev tevdîr pêk werin;

* Bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bê kirin ku der barê bikaranîna van çekan de lêkolîneke berfireh û adîl bê kirin.

* Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li Serêkaniyê de û êrişên ku li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, agahî û giliyên heyî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY'yê bikin.

* Ji Komîseriya Bilind a NY’yê, Rêxistina Mafên Mirovan, raya giştî ya navneteweyî, saziyên dadgeriyê yên azad û serbixwe yên navneteweyî were xwestin ku di vê mijarê de bê deng nemînin.

* Ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî re ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, lêkolîneke zelal bikin, nêzîkatiya pêwîst li dewleta Tirk û mirovên din ên berpirsyar bigirin û banga tazmînatê ji bo malbatên mexdûr bikin.

Serkeftina van hewldanan dê bi hevkariya hêz û kesayetên azadîxwaz ên di asta navneteweyî de pêk were. Wekî ku min di Sibata 2020'an de di konferansa NY'yê ya li Cinêvê de jî anî ziman, hemû cîhan û bi taybet dewletên Ewropa û rojavayî û civaka navneteweyî gelekî deyndarê berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava ye. Berxwedana wan dawî li dijminên mirovahiyê yên mîna DAIŞ'ê bi berdêla fedakariya bi hezaran kesan anî.

PKK'ê xwest heyeteke bêalî ya sûcên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûr bên belgekirin. Hûn vê bangê çawa dinirxînin û hûn dixwazin bibin parçeyek ji vê heyeta ku divê were avakirin?

Ji bo lêkolînkirin û belgekirina çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn, ez dixwazim di nava heyeteke bêalî de cih bigirim. Ez dixwazim bi serbilindî bibêjim ku wek endamekî kedkarên tenduristiyê û lêkolînên tenduristiyê, ez wek wezîfeyeke rûmetê dibînim ku li gel mirovên di vî warî de azad û bindest re tê bikoşim û bixebitim.

ANHA