​​​​​​​Şervanên Erkaxweparastinê: Parastina xakê erka tevan e

Şervanên Hêzên Erkaxweparastinê li hemberî êrişên li ser herêmê banga xweparastinê kir û got: "Parastina welat erka tevan e."

​​​​​​​Şervanên Erkaxweparastinê: Parastina xakê erka tevan e
15 mijdar, 2021   00:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji destpêka Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012'an ve, herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xaka xwe rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca firehkirina qada dagirkeriyê, gef û êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine.

Li hemberî êrişên dagirkeriyê û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, şervanên Hêzên Erkxweparastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiya xweparastinê destnîşan kir.

/kr/uploads/files/2021/11/14/204553_-large.webp

Têkildarî wê yekê, şervan Cavreş Qamişlo wiha got: "Parastin û xweparastin xwedî girîngiyeke mezin e û hêmanekî girîng a parastina xak û civakan e, nemaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rûbirûyî gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye."

Çavreş Qamişlo diyar kir ku pêdiviya pêvajoyê bi xurtkirina xweparastinê heye û wiha domand: "Divê her kes xwe biparêze û li hember parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên wê berpirsiyar bin. Ji ber ku armanca dagirkeriya Tirk çewisandina nasnameya gelên ku di bin sîwana projeya demokratîk de bi hev re dijîn."

/kr/uploads/files/2021/11/14/204640_-.webp

Şervana Hêzên Erkxweparastinê ya Hesekê Dilbîn Til Temir têkildarî vê yekê da zanîn ku armanca dagirkeriyê Tirk dabeşkirin û parçekirina xaka Sûriyê ye û wiha got: "Ez tev li Hêzên Erkaxweparastinê-Jin bûm ku li hemberî çi êrişên li dijî xaka me li kêlek hêzên leşkerî QSD, YPJ û YPG’ê bisekinim."

Dilbîn Til Temir got, divê her ferdek ji civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hêzên leşkerî bibe û li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştevniya hêzên leşkerî bikin ku armanca wan qirkirina gelên herêmê ye.

/kr/uploads/files/2021/11/14/204532_-large.webp

Li aliyekî din jî her şervanên bi navên Bêrîvan Ehmed û Viyan Amûdê diyar kirin ku êriş û gefên dagirkeriyê vîna gelên herêmê naşikînin û gotin, armanca dagirkeriyê şikandina vîna gelên herêmê, têkbirina ewlehiya ye.

/kr/uploads/files/2021/11/14/204610_-large.webp

Her du şervanên Hêzên Erkaxweparastinê bang li tevahî ciwanên herêmê kir ku tev li hêzên leşkerî bibin û rola xwe di parastina welat û sekna li hember êrişan pêk bînin.

Bêrîvan Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dem dema azadiyê ye û divê tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hêzên leşkerî bibin, xaka xwe rizgar bikin û li hember êrişên dagirkeriya Tirk û hovîtiya wê bibin mertal."

/kr/uploads/files/2021/11/14/204625_-large.webp

Gabar Andok jî got: "Li hember çi destwerdanên derve ku hewl didin xaka me dagir bikin, Hêzên Erkaxweparastin li gel QSD’ê mertaleke parastinê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ava kir. Divê gelên herêmê li hember çi êrişên li dijî xaka xwe bisekinin."

(fr)

ANHA