Sedema derengmayîna belavkirina mazotê hatin eşkerekirin

Hevserokê Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê eşkere kir ku sedema derengmayîna belavkirina mazotê li herêma Cizîrê ew e ku mazot li beşa çandinî û avahiyên pîşesaziyê hatin belavkirin.

Sedema derengmayîna belavkirina mazotê hatin eşkerekirin
15 mijdar, 2021   06:36
REQA-RUBE EL-ELÎ

Welatiyên herêma Cizîrê ji ber ku hîn para xwe mazota sobeyan wernegirtin gilî dikin.

Gerînendetiya Sotemeniyê mazotê li ser du beşan belav dike, her beşek 220 lître ye û bi buhaya 19 hezar û 700 lîreya Sûriyê ye. Gerînendetiyên şaxî yên li herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser, li gorî kartên gerînendetiyê ku bi komîteyên xwe li malbatan belav kirine, mazotê belav dike. Heta niha 186 milyon, 866 hezar û 20 lître mazota sobeyan belav kirine.

Li gorî tomarên Gerînendetiya Sotemeniyê, heta niha li herêma Cizîrê 67 milyon, 744 hezar û 820 lître mazota ji bo sobeyan hatiye belavkirin.

Hevserokê Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef wiha got: "Hin rêveberiyan du beş belav kirin û hinan jî beşa yekemîn bi dawî kir û dest bi belavkirina beşa din kiriye. Li hin herêmên din jî bi taybet Cizîrê di demên borî de mazot nehat belavkirin û hate sekinandin. Ji ber ku ên mazot ji bo beşa çandiniyê di mewsima havînê de hatin belavkirin."

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve û kêmbûna rêjeya wê ber bi xaka Sûriyê ve pirsgirêkek di xebatên stasyonên dayîna kehrebê de derket. Li ser vê yekê El-Xelef got: "Pêdiviya hin rêveberiyan bi dayîna kehrebê heye. Lê dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye, ji ber vê yekê hin rêveberiyan neçar man ku miqdarek ji mazota sobeyan li avahiyên pîşesaziyê belav kir bike. Her wiha li qada aborî jî belav kir ku pişta xwe dide kehrebeyê ku li ser jenertoran dixebite û pêdiviya wê bi mazotê zêde heye."

El-Xelef diyar kr ku her malbatek dê 440 lître mazot werbigire û her malbatekê ku para duyemîn wernegirtiye, piştî bidawîkirina beşa yekemîn wê werbigire.

(fr)

ANHA