Xwepêşandarên Sêmalkayê bang li Xaça Sor a Navneteweyî kir

Endamên Yekîtiya Ajokarên herêma Cizîrê ber xwe dan konê xwepêşandanê û îxaneta Partiya Demokrata Kurdistanê şermezar kirin.

Xwepêşandarên Sêmalkayê bang li Xaça Sor a Navneteweyî kir
14 mijdar, 2021   13:23
QAMIŞLO

Çalakiya konê xwepêşandanê yê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve li qada deriyê Sêmalka beriya 41 rojan hatiye vedan, bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûbûn, didome.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG'ê, çekdarên PDK'ê di 28-29'ê Tebaxê de li navçeya Xelîfan kemîneke îxanetê ji 7 gerîlayan re danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn ku du ji wan ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Endamên Yekîtiya Ajokaran a li herêma Cizîrê îro ji bo piştgiriya xwepêşandêrên li deriyê Sêmalka berê xwe dan konê xwepêşandanê. Xwepêşandêran li konê xwepêşandanê pankertên "Em bang li Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan bikin", "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku lêkolînê li ser bikaranîna çekên ku dewleta Tirk bikar tîne yên ku di qada navneteweyî de qedexe, bike", hildan.    

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Xelîfan, al û sembolên Kurdî hildan. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina îxanetê û silavkirina berxwedana gerîlayan berz kirin.

Endamên Yekîtiya Ajokaran bi armanca radestkirina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, li konê xwepêşandanê yê li deriyê sînor ê Sêmalka li Dêrikê kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê. Piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navê Yekîtiya Ajokaran hevserok Yasir Horî daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de siyaseta PDK'ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî gerîla de hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "HPG'ê ew hêza ku gel ji komkujiyan rizgar kirine û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê li ber xwe dane."

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Radestkirina cenazeyên şehîdên me wê pirên biratiyê di navbera gelan û parçeyên Kurdistanê de ava bike."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Faşîzma dewleta Tirk bi êrişên xwe yên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan ji bo şikandina vîna gelê me, bi berdewamî xwîna gelê me dirjîne. Lê gelên herêmê ji ber ku riya berxwedanê û rizgarkirina axa xwe li dijî dagirkeriyê hilbijartine, bi îsrar in ku nirx û destkeftiyên xwe biparêzin."

(dx)

ANHA