HRRK`ê komxebata yekemîn a şêwekariyê li dar dixe

HRRK`ê bi tevlîbûna 8 şêwekaran yekemîn komxebata şêwekariyê li dar dixe. Komxebat wê heta 15'ê Mijdarê dewam bike.

HRRK`ê komxebata yekemîn a şêwekariyê li dar dixe
14 mijdar, 2021   08:24
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma `Rengên me pasvaniya sînorê axê dikin` bi tevlîbûna 8 şêwekaran dest bi komxebata şêwekariyê kir.

Komxebat 8'êMijdarê li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo dest pê kir. Navên şêwekarên ku beşdar bûne, wiha ne; Mihemed Emîn Ebdo, Omer Ishaq, Hêvîn Elî, Fîras Hisên, Solîn Osê, Burhan Mehmûd, Mûsa Mûsa û Rehîmo.

Deriyê komxebatê ji seat 10:00 heta 18:00'an ji bo pêşwazîkirinê vekirî ye. Komxebat ji aliyê hezkerên hunerê û şêniyan ve tê serdankirin.

Derbarê hûrguliyên komxebata şêwekariyê de serokê HRRK`ê Welîd Bekir ji ajansa me re axivî û got, cara yekê ye ew komxebateke şêwekariyê li navendê li dar dixin û wiha domand: “Armanca me ji vê komxebatê ew e ku şêwekarên me yên Rojava hest û xeyalên xwe nîşan bidin û bi rêya tabloyên xwe rewşa şoreşê ku niha tê jiyîn ji gel re derbirînin.”

Li ser pirsa wateya dirûşmeya komxebatê Welîd Bekir got: “Wateya vê dirûşmê ew e ku bi xêzkirina şêwekaran parastina sînorê welat tê kirin, bi taybet di van rojên hestiyar de ku civaka me tê re derbas dibe ku di bin gefên dagirkeran de ye.”

Welîd Bekir da zanîn ku komxebata şêwekariyê wê 8 rojan dewam bike, ji her şêwekarekî 2 tablo hatine xwestin û got: “Di dawiyê de wê tabloyên şêwekaran di pêşangeheke bi taybet de bên pêşandan. Lê heke em mîhrîcana HRRK`ê ya li Rojava li dar bixin, em ê di mîhrîcanê de pêşkêş bikin.”

Tabloyên ku di komxebatê de tên nîgarkirin balê dikişînin ser êş û azara ku civak di nava şoreşê de dikşîn de ye, her wiha bale dikişînin ser rola jinan di civakê de beriya Şoreşa Rojava û piştî şoreşê. Di tabloyekê de jin mîna welat hatiye nîşandan.

Her wiha di hin tabloyan de şêwekar dixwazin êrişên nijîdaperestî û neqebûlkirina azadiya gelan nîşan bidin. Di heman demê de banga azadiya jinan jî cihê xwe di tabloyan de digirin.

Şêwekarê bi navê Fîras Hisên ê ji bajarê Qamişlo da xuyakirin ku her hunermendek bi rêbazê xwe hest û nerînên xwe pêşkêşî gelê xwe dike û wiha got:"Ez jî bi rêbazê xwe yê neqişkirinê beşdarî komxebatê bûme."

Fîras Hisên bal kişand ser tabloya xwe û wiha domand: “Wek ku tê zanîn Şoreşa Rojava mînaka azadiya jinan e, min ji bo vê yekê xwest ku rola jinê di şoreşê de li ser tabloya xwe bi cih bikim.”

Komxebat dê 15'ê Mijdarê bi dawî bibe.

ANHA