Kurê Qezafî xwe ji bo serokatiya Lîbyayê amade dike

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku kurê serokê berê yê Lîbyayê Sêf Islam Qezafî belgeyên ji bo hilbijartinên serokatiyê pêşkêş kirin.

Kurê Qezafî xwe ji bo serokatiya Lîbyayê amade dike
14 mijdar, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rutersê, Sêf Islam belge radestî Komîseriya Hilbijartinan a li bajarê Sibha yê rojavayî Lîbyayê kiriye.

Rayedarekî ji Komîseriya Hilbijartinan ji Rurtersê re ev agahî piştrast kir û da zanîn ku Sêf Islam ji bo hilbijartinên serokatiya Lîbyayê, xwe qeyd kiriye.

Hilbijartinên serokatiya Lîbyayê wê di Kanûna îsal de werin lidarxistin.