Şêxê eşîra El-Bû Xemîs El-Dilêmiya: Hevgirtin bersiva yekane li dijî êrişên Tirkiyê ye

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs El-Dilêmiya Hisên Raşid da zanîn ku hevgirtina hundirîn a di navbera tevahî pêkhateyan de bersiva yekane li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker in.

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs El-Dilêmiya: Hevgirtin bersiva yekane li dijî êrişên Tirkiyê ye
14 mijdar, 2021   08:05
TEBQA-EBDUREHMAN SALIH

Bi zêdebûna asta êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina welatiyên li Kobanê û Qamişlo û bêdengiya civata navneteweyî li beramber van sûcan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû  pêkhateyên xwe banga hevgirtin û yekitiyê dikin.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El-Bû Xemîs El-Dilêmiya ya li Tebqa û gundewarên wê Hisên Raşid wiha got: "Divê gel yekitiya xwe ya hundirîn xurt bike û piştgiriyê hêzên xwe yên leşkerî bike, da ku em bersiva êrişên muhtemel ên li dijî xaka me bidin."

Hisên Raşid wiha domand: "Divê li beramber êrişên li dij me, divê gelê me hişyar be û asta xeteriya li dijî wan bizane. Ji ber vê yekê jî hevgirtina di navbera hêzên leşkerî û gel de erk e û rêya parastina xakê û rizgarkirina tevahî herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin."

Beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov komkujiyek li taxa Hilêliyê ya Qamişlo pêk anî, di encamê de kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo gihaştin asta şehadetê. Têkildarî komkujiya Hilêliyê şêx Hisên Raşid ev tişt got: "Bombebarankirina bi rêya balafiran, çekeke tirsonak e ku dagirkeriya Tirk binketinên xwe binixumîne. Ev êriş israra me têk nabe, berovajî vê yekê em ê bi xurtî projeya şehîdan û welatparêzan berdewam bikin."

Hisên Raşid da zanîn ku dewleta Tirk piştî di warê aborî û siyasî de bi bin ket, hewl dide bala welatiyan bikişîne ser derve, da ku gel li dijî wî serî raneke.

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs El-Dilêmiya ya Tebqayê Hisên Raşid destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî hişt dewleta Tirk hîn zêdetirî li dijî herêmên wan sûcan bike û wiha domand: " Divê em hemû hêza xwe bixin xizmeta xakê û rûmeta xwe û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Di dawiyê de şêx Hisên Raşid bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li dewletên aktîf û garantor kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.

(eh)

ANHA