QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirk derewand

QSD'ê ragihand ku îdiaya Wezareta Parastinê ya Tirk ku dibêje şervanên wê êrişî herêmên dagirkirî kirine û 2 şehîd bûne, derew in.

QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirk derewand
13 mijdar, 2021   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên Wezaretê Parastinê ya Tirk ku dibêjin hêzên wan êrişî herêmên dagirkirî kirine daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya twîtterê belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: " Li gorî nûçeyên ku Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro belav kir ku dibêjin şervanên me êriş birine ser herêmên dagirkirî û 2 şervanên me şehîd ketine. Ev nûçe derew e. Li herêma navborî tevgera hêzên me tune ye."

ANHA