Êlên Til Hemîsê bêdengiya Komkara Erebî li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Şênî û rûspiyên êlên navçeya Til Hemîs diyar kir ku heke dewleta Tirk êrişî wan bike, dê zarokên wan parastina axa xwe bikin. Her wiha bêdengiya Komkara Erebî û civata navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Êlên Til Hemîsê bêdengiya Komkara Erebî li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir
13 mijdar, 2021   13:20
QAMIŞLO

Şênî û rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeyê ji hêla rûspiyê êla Şemer a li Til Hemîsê Ehmed El-Şitî ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê her kes li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker hişyar be, ji ber ku gelek azar jê kişandine, gelek bajar ji aliyê dijmin ve hatine dagirkirin, duh Efrîn û Serêkaniyê hatin dagirkirin û îro jî hewldanên cihên din têne kirin. Dewleta Tirk ne tenê axê dagir dike, her wiha gefan li pirojeya demokratîk jî dixwe.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku heke dewleta Tirk êrişî wan bike, dê axa xwe biparêzin.

Her wiha rûspiyan di daxuyaniya xwe de bêdengiya Komkara Erebî li hember koçberkirina şêniyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

(dx)

ANHA