Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Cesûr Axîn

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cesûr Axîn re xwest ku di 8'ê vê mehê de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Cesûr Axîn
13 mijdar, 2021   12:28
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê çûn gundê Xedirbejî ku li rojhilatê bajarê Kobanê ye û sersaxî da malbata şehîd Cesûr Axîn.

Şehîd Xebat Bozî (Cesûr Axîn) di 8'ê vê mehê de, di cenga rûmetê yên li dijî dagirkeriya Tirk de li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûbû.

Li ber konê sersaxiyê, hevserokê Akademiya Emgîhan Cûdî ya herêma Firatê Silêman Silêman axivî û got şehîd Cesûr wekî navê xwe bû û li hember zehmetiyan li ber xwe da. Silêman destnîşan kir ku şehîd Cesûr bi şehadeta xwe ji dagirkeriya Tirk re got tevî êrişên dijwar û çekên kîmyewî nikarin li hember Kurdan bi ser bikevin.

Bavê şehîd Cesûr, Mihemed Bozî jî destnîşan kir ku şehîd Cesûr Axîn ne şehîdê yekemîn e û ne jî yê dawîn e, ji ber vê divê gel xwedî li şehîdan derkeve.

(dm)

ANHA