Şaneya DAIŞ'ê li Holê êriş pêk anî: 2 kes hatin kuştin -HATE NÛKIRIN

Li Kampa Holê di encama êrişa şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî navenda pêşwazîkirinê de 2 kesên li kampê diman jiyana xwe ji dest da.

Şaneya DAIŞ'ê li Holê êriş pêk anî: 2 kes hatin kuştin -HATE NÛKIRIN
13 mijdar, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişa li dijî navenda pêşwazîkirinê ya li kampa Holê de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Yek ji şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê yên di kampa Holê de, 12'ê Mijdarê saet di 03:30'an de bi çekên sivik êrişî navenda pêşwazîkirinê ya li kampê kir. Di encamê de 2 kesên ku di kampê de dimînin jiyana xwe ji dest da. Hêzên me ketin tevgerê û ji bo êrişkeran bigirin dest bi lêgerînê kir.

Ji dema şikandina êrişê de hêzên me dest bi lêkolînên berfireh kirin da ku jiyaneke ewle ji kesên di kampê de dimînin re peyda bikin.

Ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê li kampa Holê ku bi hezaran malbatên endamên DAIŞ'ê yên ji neteweyên cuda lê kom bûne, em li gorî derfetên xwe kar dikin. Lê kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye, divê hemû hêzên navneteweyî di çareserkirina vê pirsgirêkê de xwe berpirsiyar bibînin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên me bi rê û derfetên cur bi cur dixebitin da ku jiyaneke baş ji kesên di kampê dimînin de re peyda bikin. ”

(dx)

ANHA