Aloziya penaberên li ser sînorên Polonyayê zêde dibe

Polîsên Polonyayê îro ragihand ku wan cenazeyê ciwanekî sûrî li nêzî sînorê Bêlarûsyayê dîtiye.

Aloziya penaberên li ser sînorên Polonyayê zêde dibe
13 mijdar, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Polonyayê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku duh cenazeyê ciwanekî sûrî li daristanê li nêzî sînorê gundê Wwlka Tiritshofksa hatiye dîtin. Her wiha anî ziman ku hê jî sedema mirina wî ciwanî ne diyar e.

Polonyayê hêzên leşkerî û ewlehî yên mezin li ser sînor belav kirin da ku rê li ber penaberan bigire.

Li ser sînorê Bêlarûsya û Polonyayê ji beriya çenda hefteyan ve ji ber kombûna gelek penaberên ji dewletên Rojhilata Navîn ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, tevlihevî çêbûye.

 (dm)