​​​​​​​'Divê ciwan li hemberî siyasetên şerê taybet bisekinin'

Yekitiya Rewşenbîran û Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê  û gundewarê wê bang li civakê, di serî de ciwanan kir ku li hemberî şerê taybet bisekinin û bi îdiayên derew neyên xapandin.

​​​​​​​'Divê ciwan li hemberî siyasetên şerê taybet bisekinin'
13 mijdar, 2021   03:01
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya sîxûrên xwe yên di nava civakê de belav kirine, şerê taybet dimeşîne. Armanca wê ji vî şerî ew e ku fitne û idîayên derew belav bike di encama vê yekê de karînên ciwanên wê lawaz bike û wan ji armancên wan ên rasteqîn ên avakirina civakeke exalq û azad dûr bixîne û ewlehiya herêmê xirab bike.

Derbarê vê mijarê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbic û gundewarê wê Ehmed El-Yûsif got: "Di salên dawî de dewletên mêtînger rêbazê şerê taybet meşandin. Ev şer bi rêya çand, ragihandin û propagenda tê kirin. Bi vê yekê hewl didin rêgez, urf û adetên civakê biguherin."

Ehmed El-Yûsif diyar kir ku armanc ji vî şerî kontrokirina civakê ye û wiha domand: "Dewlet beriya êrişên leşkerî bide destpêkirin, êrişên çandî dikin da ku serweriya xwe li ser civakê hêsan bikin, hewl didin gendelî, madeyên hişbirê belav bikin û civakê, di serî de ciwanên wê koçber bikin."

Têkildarî hedefgirtina ciwanan rewşenbîr Ehmed El-Yûsif ev tişt anî ziman: "Ciwan beşê herî aktîv di civakê de ne, di encamê de zêdetir bi şer bandor dibin, ji ber tunebûn hişyarkirina wan û valahiya li gel wan dikevin xefka vî şerî."

El-Yûsif îşaret pê kir ku gelek ciwan hewl didin ji welat derkevin da ku li jiyaneke xweş bigerin wekî ku ew texmîn dikin û bang li civakê kir ku hemberî vê diyardeyê bisekine, bi exlaq, nirx û xaka xwe ve girêdayî bin, zarokên xwe fêrî hezkirina welat û parastina bawerî, şaristanî û çanda wê bikin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya bajar û gundewarê Minbicê Mihemed Qebirtayî da zanîn ku gelek armancên şerê taybet hene û bandorên wê li civakan, bi taybet li ciwanan pir in û wiha domand: " Ev rewş tirs, fikar û bêhêviyê çêdike, ji lew ra gelek koçber dibin."

Qebirtay diyar kir ku şerê taybet şerê guhertina nêzîkatî û baweriyan e û got: "Divê gel, bi taybet ciwan di wergirtina agahiyan de xwe bispêrin çavkaniyên jêbawer û nûçeyên derew bawer nekin, netirsin, ji ber ku em li welatê xwe dijîn, ji me tê xwestin ku li hemberî şerê taybet bibin yek."

Ehmed Qebirtay di dawiya axaftina xwe de got, civaka xwedî hêza fikirî divê karibe li hemberî şerê taybet bisekine û desthilatdariyê û alavên wê baş nasbike û di xwendina dîrokê wan de xwe kûr bike.

ANHA