ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-11-2021
13 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, koçberên ji kantona Efrînê yên li kampên Şehbayê amadekariyên pêşwazîkirina zivistanî dikin. Efrînî diyar dikin ku ew ê xeta berxwedanê berdewam bikin û qebûl nakin ku di bin alîa dagirkeran de bijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe ava çemê Firatê bi kar tîne. Kêmbûna ava çemê Firatê ku bi zanabûn tê kirin li gorî serdemên berê trajedîk e. Armanc jê ewlehiya avê li Iraqê û Sûriyê tune bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Rewşenbîran û Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê  û gundewarê wê bang li civakê, di serî de ciwanan kir ku li hemberî şerê taybet bisekinin û bi îdiayên derew neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Senatorê Spanyayê û endamê partiya Baskê ya EH Bilduyê Gorka Elejabarrieta Diaz got “Dewleta Tirk ji bo ku êrişên xwe mafdar nîşan bide, girtina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ bi kar tîne.” (BI WÊNE).

JIN

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê têkildarî geşedanên dawî, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û îdiayên ku hikumeta Şamê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne, civînekê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Sotemeniyê ya Bajarê Hesekê diyar kir ku belavkirina mazotê li welatî û cotkaran, dibe sedem ku parên jenertoran kêm bibe û di encamê de saetên dana kehrebê kêm dibin. Komîteyê soz da ku di demeke nêzî de vê pirsgirêkê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê Navenda Tenduristiyê ya Şedadê Dr. Elî Seîd diyar kir ku derziyên laşmanyayê hatine peydakirin û bang li şêniyên kirin ku derziyan bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA