Gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî berxwedana gel tê

Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, li hemberî wê bertekên gel zêde dibin.

Gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî berxwedana gel tê
12 mijdar, 2021   07:51
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Hemwextî gefên rayederên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên wê yên bi balafirên bê mirov û topbarana li dijî herêmê berdewam dike.

Herî dawî bi balafireke bê mirov li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bomebebaran kir di encamê de ji malbata Gulo ya welatparêz 3 kes şehîd bûn. Beriya wê jî di hefteyekê de du caran bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 5 welatî şehîd bûn.

Ji Tebaxa borî ve, ji ber bomebebarana û topbarana dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên cuda yên Sûriyê 23 welatî şehîd bûn. Her wiha gef û êrişên wê yên li ser herêmê di nava bêdengiyeke navnetweyî de berdewam dikin.

'HER ÊRIŞEK XETERIYA VEJANDINA DAIŞ'Ê ÇÊDIKE'

Endamê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Mihyedîn Hemê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şeremzar kir û diyar kir ku gelên herêmê tu carî êriş nebiriye ser ewlehiya dewleta Tirk, lê Tirkiyê her tim êriş dike, mafên gelên herêmê binpê dike û gefên dagirkirinê deverên din dixwe.

Mihyedîn Hemê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e û got: "Wê nikaribe gelê berxwedêr ê ku li hemberî êriş û binpêkirinên wê yên domdar disekine, qir bike."

Hemê soza domandina xeta têkoşînê da û ev tişt anî ziman: "Em xaka xwe ji dagirkeriya Tirk re nahêlin, em ê wê biparêzin, çawa me DAIŞ'ê têk bir em ê dagirkeriyê jî têk bibin."

Yekîneyên Parastina Gel  û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) piştî berxwedaniyeke mezin ku 134 rojan berdewam kir, 26'ê Çileya 2014'an Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Bi rizgarkirina Kobanê re pêngavên rizgarkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin û di 23'yê Adara 2019'an de DAIŞ'ê bi baregeha wî ya dawî li Baxozê têk birin.

Endamê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Mihyedîn Hemê da zanîn ku gelê herêmê ji bo parastina tevahî mirovahiyê şerê DAIŞ'ê kir û wiha domand: "Lê dewleta Tirk û serokê wê Erdogan parastina DAIŞ û komên tundraw dikin û şerê gelê herêmê dikin."

Hemê destnîşan kir ku tevahî cîhan dizane ku gelê herêmê ji bo parastina mirovahiyê ji xeteriya DAIŞ û terorê berdêl dan û diyar ku tevî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser vî gelî cîhan bêdeng e.

Mihyedîn Hemê bêdengiya navneteweyî ya li hember gef û êrişên dewleta li ser herêmê şermezar kir û got:" Eger êrişek dewleta Tirk li dijî herêmê pêk were dê xeteriya vejîna DAIŞ'ê û belavbûna wê li cîhanê zêde bike. Her wiha eger tiştek wiha çêbibe dê tu kes nikarbe li hember vê terorê bisekine. "

'LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK,  YEKITÎ PÊWÎST E'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Ferman Hisên diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dubar dibin da ku herêmên din ji axên Sûriye dagir bikin û zêdetir sûcan pêk bînin.

Têkildarî girîngiya sekina li hember êrişên dewleta Tirk Ferman Hisên wiha got:" Divê tevahî partiyên siyasî, tevahî pêkhateyên herêmê, rewşenbîrê wê û her kesek li vî welatî dijî bi Rêvberiya Xweser re bisekine û li dijî êrişên dewleta Tirk ên domdar li dijî sivîlan têkoşîn bike."

Hisên diyar kir ku divê partiyên siyasî li hember gef û êrişên dewleta Tirk bi gelê herêmê, tevahî alî û pêkhateyên wê re bibin yek û têkoşîn bikin da ku destkeftiyên ku bi saya şehîdan bi dest xistine,  biparêzin.

Hisên her wiha bang li partiyên siyasî kir ku nakokiyên hundirîn bidin aliyekî û li hember gef û êrişên dewleta Tirk bisekinin û wiha got:" Ji ber ku gefên dewleta Tirk ne tenê li dijî partiyekî yan pêkhateyekî ye, lê belê li dijî tevahî pêkhate û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye ne."

Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Ferman Hisên banga hevgirtinê li hemberî êrişên Tikriyê li pêkhateyên herêmê kir û wiha axaftina xwe de bi dawî kir: "Dewleta Tirk dema ku Efrîn,  Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin tu ferq nexist navber pêkhate, endam an partiyan, lê belê sûcli dijî tevahî gel pêk anî, ji ber vê yekê jî divê hemû bi hev re li dijî gef û êrişên dewleta Tirk bisekinin."

(dm)

ANHA