Ji 30 salî û vir ve cara yekemîn ava bendava Diwêsat ziwa dibe

Ji ber barîna kêm a baranê û ji ber ku cotkar ava bendava Diwêsat a li bakur rojavayê Sûriyê zêde zêde bi kar tînin, bendav ziwa bûye.

Ji 30 salî û vir ve cara yekemîn ava bendava Diwêsat ziwa dibe
12 mijdar, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Guhertina avhewayê xeteriya ziwabûnê û şewatên daristanan li seranserê cîhanê zêde dike. Li Sûriyê jî îsal baran kêm bariya, ji ber wê yekê berhemdariya genim paşde çû, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya ava bendava Firatê pir kêm bûye.

Ava bendava El-Diwêsat a li herêma Derkûş a gundewarê rojavayê Idlibê li ser golek hatî avakirin, ziwa bû.  Gola li paş bendavê hema bêje bûye çiraveke biçûk û li dora wê erd qelişî ye, darên hişk û bermayên hestiyên ajalan hene. Li gorî AFP`ê ku agahiyên xwe spartin rayedarekî xwecih û cotkaran, ji ber ku baran îsal kêm bariya, bendav kevin bûn û ji ber ku cotkar ava bendavê pir bi kar tînin, ava bendavê ziwa bûye.

Endezyarê berpirsê bendavê Mahir El-Hisên têkildarî mijarê got: “Ji dema avakirina bendavê di sala 1994`an û vir ve, ev cara yekê ye ku ava bendavê ziwa dibe.”

Li gorî Banka Navneteweyî, li paş bendava Diwêsat 3.6 milyon metrekab av tê girtin û ji bo avadana herêma çandiniyê ya li derdorê tê bikaranîn.

Li gorî cotkarekî, ava golê têrê dikir ku hezar û 500 donim zevî werin avdan. Her wiha derdora 700-800 malbatên cotkaran sûdê ji wê ava werbigirin.

(şx)