Zêdbûne bûyerên kuştin û diziyê li Lubnanê metirsiyên karesateke civakî çêdike

Bi daketina nirxa lîreya Lubnanê û aloziya aborî re, rêjeya sûcên kuştin û diziyê li Lubananê bi awayekî baçav zêde bûn, ku ew yek metirsiyên rûdana karesateke civakî çêdike.

Zêdbûne bûyerên kuştin û diziyê li Lubnanê metirsiyên karesateke civakî çêdike
12 mijdar, 2021   08:14
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Li Lubnanê rojek derbas nabe ku tê de dezgehên çapemeniyê û malperên medya dijîtal nûçeyên li ser kuştinê yan diziyê derbas nake. Ev destnîşan dike ku rêjeya sûcan di demên dawiyê de bi awayekî zêde bilind bûye û li gorî salên borî ev sûc bi rêjeya ji sedî 150 zêdetir bûye.

أemwextî aloziya aborî û kêmbûna bûyerên xwekuştinê û qezayên trafîkê di du mehên dawîn de rêjeya bûyerên kuştinê û diziyê zêde bûye.

Li gorî daneyên rêxistina “Fe-Male”, li gorî sala 2019`an bûyerên kuştinê bi rêjeya ji sedî 59 zêdetir bûne, ew bûyer di sala 2020`an û di mehên dawîn borî yên îsal de zêdetir bûne.

Daneyên herî nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nîşan didin ku rêjeya sûcan di salên navbera 2020-2021`an de zêdetir bûye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku rêjeya sûcan bi taybet kuştin û dizî li herêmên cuda yên Lubnanê bi awayekî balkêş zêde bûye. Li rex wê jî rewşa aborî xirabtir bûye û nirxa lîreya lubnanê daketiye, rêjeya bêkarî û xizaniyê jî zêde bûye. Ji ber bihabûna sotemeniyê, derman, şîrê zarokan û madeyên xwarinê, di nava gel de rewşeke bêhêviyê deketiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha destnîşan kir ku di vê dawiyê de herî zêde şîrê zarokan, xwarin û derman têne dizîn û piraniya dizan piştî ku diziyê dikin lêborînê dixwazin û dibêjin zarokên wan birçî ne û ew bê kar in.

ÇÎROKÊN MÎNA XEYALAN

Mihemed El-Xawî ji ajansa me re wiha got: “Ji ber ku bank êdî qebûl nakin tu pereyên xwe li wir bihêle, ez neçar mam pereyan deynim malê. Rojekê em derketin derveyî mal, dema em vegeriyan pereyên min hatibûn dizîn, derdora 5 hezar dolar bû."

Mihemed piştrast kir ku tişta ku bala wî kişandiye ew e ku nederî hatibû şikandin û ne jî pencere. Dibe ku kesên pereyên wî dizîne, xizmên wî bin û detayên malê dizanin.

Mûna El-Şêx jî dibêje: “Li kolana balyozxaneya Kiwêtê ya li Beyrût dema vedigerîm malê, ciwanekî bi mask li ser motorsîklêtê siwar bûbû nêzî min bû û ji nişke ve çenteya min dizî.”

Mûna wiha berdewam kir: “Ji tirsê ez ketim erdê. Piştre ez çûm navenda polîsan da ku gilî bikim. Lê ji berteka polîsan diyar bû ku ev yek li cem wan bûye bûyereke normal ji ber ku rojane bi dehan giliyên mîna vê tên.”

Bûyera bi serê Kamil Yehya de hatiye ya herî ecêb bû. Kamil wiha vedibêje: “Dema ji kar vedigerîm malê, ajokerê motorsiklêtekê ez rawestandim, gefa kuştinê li min xwar û pere ji min xwest.”

Yehya wiha domand: “Tişta ecêb ew e ku ajoker dîsa berê xwe da min. wê demê ez tirsîm. Lê wî dest bi girî kir û xwest pereyan ji min re vegerîne û got; ez ne diz im lê zarokên min birçî ne.”

SÛCÊN TOLRAKIRINÊ

Li Lubnanê her wiha sûcên tolrakirinê jî belav bûne, ji wan bûyera kuştina polîsê polîsê bi navê Ela Îbrahîm li Bircê Beracine, ku dema Ela mîna her roj diçû karê xwe hate kuştin. 2 ciwanên li motorsiklêtê siwar bûbûn gule lê reşandin û piştî şopandineke demkurt ew li avahiyekê kuşt.

KUŞTIN Û DIZÎ.. GELO SEDEM ÇI NE?

Sedemên bilindbûna rêjeya sûcan vedigere aloziya aborî û daketina nirxa lîreya Lubnanê. Her wiha nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên siyasî de. Tiştê ku rewş aloztir kiriye jî pirsgirêka bi dewletên Kendavê re ye.

Ji ber hilweşîna aboriyê ya herî xirab di dîroka Lubnanê ya nûjen de, bi deh hezaran karmendan peywirên xwe ji dest da yan jî beşek ji meaşê xwe winda kirin. Êdî nîvê welatiyên Lubnanê hema bêje xizan ni.

Ji ber aloziya bankan û tedbîrên hatine girtin, pereyên ku digihêjin 10 milyar dolar di malan de tên hiştin. Ji ber wê diz vê rewşê bi kar tînin û dest bi diziyê kir.

Vê hilweşîna aboriyê bandor li hemû beşên civaka Lubnanê kiriye.

 (şx)

ANHA