Ayşe Hiso: Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk êrişî herêmê dike

Di civîna rûspiyên eşîrên Ereb ên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de Ayşe Hiso got armanca êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Ayşe Hiso: Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk êrişî herêmê dike
Ayşe Hiso: Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk êrişî herêmê dike
Ayşe Hiso: Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk êrişî herêmê dike
Ayşe Hiso: Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk êrişî herêmê dike
Ayşe Hiso: Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk êrişî herêmê dike
11 mijdar, 2021   20:32
HELEB

Komîteya Rûspiyan a Helebê li taxa Şêxmeqsûd civînek ji rûspiyên eşîrên Ereb re li dar xist, tê de pêşdeçên siyasî yên dawî, bandorên êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê nîqaş kirin.

Civîn li navenda komîteyê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar ket, tê de rûspiyên eşîrên Bobene, Umêrat, Begara, Bo Şeban, Cêsî û Hemdan û rûspiyên taxê yên ji tevahî pêkhateyên wê amade bûn.

Di civînê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso axivî û wiha got: "Armanca avakirina komîteya rûspiyan a Helebê li taxa Şêxmeqsûdê avakirina mûzaîka Sûriya pêşerojê ye. Taxa Şêxmeqsûdê îro nûnertiya nimûneya Sûriya pêşerojê dike ku tê de tevahî pêkhate bi biratî, aştî, hezkirin dijîn û taxa xwe bi xwe bi rê ve dibin."

Têkildarî hedefgirtina balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ji Qamişloyê re û pêkanîna komkujiyekê ku di encamê de 3 welatî ji malbata Gulo şehîd bûne, Ayşe Hiso wiha domand: "Her sê şehîd ji malbatekê ne, ji nav wan apê Yûsif Gulo ye ku yek ji kesayetên welatparêz e û parastina fikirê neteweya demokratîk kir. Ji lew re dagirkeriyê ew hedef girt."

Ayşe Hiso wiha anî ziman: "Armanca êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbekirina projeya neteweya demokratîk û qirkirina gelên herêmê ye. Ji lew re erka ku dikeve ser milê şêniyên herêmê bi tevahî etnîk û pêkhateyan parastina xwe û projeya demokratîk bikin."

Ayşe Hiso teqez kir ku hevsengiyên niha pêk tên, nakevin xizmeta dewleta Tirk, di serî de jî AKP’ê. Ji ber dewketa Tirk ketiye çiraveke ku nikare jê derkeve. Ji lew re hewl dide şer û krîzan çêke ku temenê xwe dirêj bike.

Ayşe Hiso wiha li gotina xwe zêde kir: "Di salvegera mirina Kemal Ataturk de ya beriya çend rojan Erdogan got; Azerbaycan, Sûriye û Lîbya mîrasa Kemal Ataturk in û ez jî mîrasa şerî ya Kemal Ataturk im. Ev jî tê wateya ji nû ve vegerandina Mîsaqî Millî û dagirkirin herêmên din ên Sûriyê."

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso wiha dawî li gotina xwe anî: "Pergala nenavendî çareya yekane ya veguhastina Sûriyê ber bi Sûriyeke azad û demokratîk ve ku tê de tevahî pêkhate bi ewle û aştî bijîn."

(fr)

ANHA