Nivîskarê yemenî: Xistina PKK`ê nava lîsteya terorê  biryareke siyasî ye

Nivîskarî yemenî Abdurehman El-Reyan diyar kir ku xistina PKK`ê nava lîsteyên terorê biryareke siyasî ye ne biryareke qanûnî ye. El-Reyan destnîşan kir ku ew biryar ji bo razîkirina dewleta Tirk hate girtin, her wiha ji bo kuşerê di navbera her du aliyan de dewam bike û di encamê de Ewropa sûdê jê bigire.

Nivîskarê yemenî: Xistina PKK`ê nava lîsteya terorê  biryareke siyasî ye
12 mijdar, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Nivîskarê yemenî Abdurehman El-Reyan di hevpeyvînekê li gel ANHA'yê  de diyar kir ku YE`yê di bin serweriya hêzên desthilatdar ên cîhanî de ye û ji bo berjewendî û ajindeyên wê dixebitin. Her wiha got, tawanên ku PKK'ê ku Ulf Palme  kuştiye tenê hinceteke da ku têkoşîna kurdî li Ewropayê rawestîne,  lê her çiqas dereng bû jî, rastiya vê bûyerê eşkere bû.

Hevpeyvîn wiha ye:

PKK`ê ji zêdetirî 40 salî ve ji bo doza kurdî û gelên Kurdistanê têdikoşe, hûn çawa têkoşîna wê dinirxînin?

Her tevgereke têkoşer serkeftin û binkeftinê wê hene. Ji ber ku ev tevger xwezaya erdê û mirovên wê îfade dike.  PKK`ê jî nikare ji vê bingehê derkeve.  PKK'ê ji zêdetirî 40 salî ve li dijî zihniyeta înkarkirinê ya dewleta Tirk ku itîrafê bi hebûna kurdan nake, şer dike. Em dizanin ku ev têkoşîn ne tenê têkoşîneke herêmî ye, di hemam demê de têkoşîneke navneteweyî ye,  ji ber ku biryara parçekirina tevahî herêmê biryareke navneteweyî ye. Gelê Kurd gelekî resen e li herêmê ye. Hemû hikumetên kuTirkiyê dê nikaribin têkoşîna gelê Kurd bi bin bixin heta ku mafên xwe yên rewa di azadî û rûmetê de bidest bixin.

PKK`ê di aliyê hejmar û taybetmendiyan de mezintirîn tevger li her çar parçeyên Kurdistanê ye û li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê xurtirîn tevgera gel di nava kurdan de ye, her wiha nûnerê rewa yê gelê Kurd e, lê YE`yê ew xistiye lîsteya terorê, di nêrîna we de çima?

Bi gelemperî lîsteya terorê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve ne li gorî pîvanên rast in. nêzîbbûna li beramberî kurdan bi taybet li Tirkiyê weke komeke çekdar ku ewlehiya civakî û aramiya dewleta Tirk xirab dike tê dîtin, ne ji ber ku Kurd tevgereke neteweyî ya serbixwe ye. Lê ji ber ku qanûnên pergala Ewropayê bikaranîna çek qedexe dike, da ku nêrîn an jî projeya xwe ya siyasî ferz bike. Di dawiyê de ev  nêzîbûna li hemberî kurdan biryareke siyasî ye, tu elaqeya wê bi aliyê qanûnî tuneye. Her kes dizane ku Tirkiyê endameke NATO'yê ye û ev biryar ji bo razîkirina Tirkiyê hate girtin. Her wiha ji bo ku şerê di navbera Tirkiyê û kurdan de dewam bike û di encamê de Ewropa siyasetên xwe li Tirkiyê pêk bîne.

Piştî kuştina siyasetmedarê siwêdî û Serokê Partiya Xebata Civakî û Demokratîk Olof Palme PKK`ê xistin lîsteyên terorê. Lê rastiya kuştina wî di sala 2020`an de derket holê û hate eşkerekirin ku PKK`ê ji vê tawanê bê guneh e. Ruxmî vê yekê Yekitiya Ewropayê helwest eşkere nekiriye, di nêrîna we de çima?

Li gorî nêrîna Ewropayê, têkoşîna çekdarî ya ji bo bidestxistina mafan, dibe pirsgirêk  ku navê wê di lîsteya terorê de bimîne, nexwasim hin hêzên siyasî ku nûnertiya kurdan dikin berê xwe dan xebatên siyasî mîna modela Partiya Demokratîk a Gelan a  li Tirkiyê ku beşdarî hilbijartinan bû û bi çend kursiyan cihê xw di parlamentoyê de girt. Yekitiya Ewropayê di dawiyê de di bin serweriya hêzên desthilatdar ên cîhanî de ye û ji bo berjewendî û ajindeyên wê dixebite. Tawanên li dijî PKK`ê ku Olof Palme kuştiye hincete ji bo têkoşîna kurdî li Ewropayê rawestîne, lê her çiqas dereng be jî rastiya vê bûyerê derket holê.

PKK`ê di têkoşîna xwe de gelek însiyatîf ji bo çareserkirina doza kurdî bi awayekî aştiyane û wekhev pêşkêş kir, lê ew însiyatîf rastî tu bersivên baş nehat.  Tevî vê yekê jî însiyatîf wê berdewam dikin. Hûn van însiyatîfê çawa dibînin û çima dewleta Tirk tu gavên bi vî awayî di vê çarçoveyê de ne avêt?

Heger aliyên navberkar tune bin ku bi hemû hêza xwe dixebitin û zextên siyasî li aliyên şer neke, dewlet yan jî çi aliyên şer ên bi nakok guh nadin tu însiyatîfan. Ev yek di rewşa kurdî de jî heye. Serhişkiya Tirkiyê hê jî didome. Texmîn dike ku ew bi tundiyê dikare pirsgirêka kurdî çareser bike. Lê îsbat bû ku vebijêrka leşkerî nikare tu pirsgirêkên civakî, çandî yan jî doza gelekî çareser bike. Ji ber vê yekê em dibînin ku hikumetên Tirkiyê ji agirbestê re ne amade ne. Ji ber ew yekemîn e ku sûdê ji şer digre. Em dikarin ji wan hikumetan bi simsarên şer bi nav bikin ne hikmetên ku pêşketina civakên xwe dixwazin.

Çima gelên Ereb derbarê derxistina PKK'ê ji lîsteya de tev nagerin, nemaze ku dewleta Tirk a dagirker li ser wan jî xeter e?

Piraniyên dewletên ereban ên ku dikarin li ser derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê bikevin tevgerê, xwedî pirsgirêkên navxweyî ne ku gefê li yekitiya wan a neteweyî dixwe. Dewletên behsa mijarê bi xwe di nav rewşeke windabûna siyasî û fikirî de ne. Sedema vê windabûnê  encamên şoreşên bi navê Buhara Ereban e ku wê jî rewşa civakî ya gelên herêmê parçe kir,  ji ber vê jî mirov nikare li hêviya gelek dewletên ereban bimîne ku gavên wiha bavêjin.

Niha gelê Ereb di nava rewşeke karesatî de dijî. Gelek ji ereban haya wan ji doza kurdî bi giştî tuneye. Çapemeniya kurdî heta van kêliyan ne gihaştiye civaka ereban. Modela kurdî ya li Iraqê rewşeke ji biyanbûnê an nefretê li gel ereban çêkir, sedema vê yekê siyasetên ku rêveberên kurdên ên Iraqê bikar dianîn ku bi dijminê ereban re di nav de Siyonîst dibûn yek . Vê rewşê li gel mirovên Ereb ku di esas de ji ber dozên xwe westiyayî ye nefamkirinek çêkir.

(bx)

ANHA