Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê kujerên jinekê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî du rojan ji bûyerê, du kesên ku jineke li gundewarê Dêrazorê qetil kir û zêrên wê dizîn, girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê kujerên jinekê girtin
11 mijdar, 2021   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku roja sêşemê 9'ê Mijdara li bajarê Besîre yê gundewarê Dêrazorê diya Yasmîn (20) hate qetilkirin.

Têkildarî hûrguliyên bûyerê çavkaniyan li ser zimanê şahidan got, piştî hevserê diya Yasmîn sibehê ji mal derdikeve û diçe ser kar, kesek çavgirtî û cilên jinan li ber xwe kiribû, derbasî mala wê ya nêzî mizgefta Sefa ya bajarê Besîre dibe û derdora saetekê di hundir de dimîne.

Çavkaniyan got, dema hevserê wê vedigere mal, hevjîna xwe kuştî dibîne.

Li gorî çavkaniyan, dayika Yasmîn bi alaveke tûj hatiye qetilkirin û pere û zêrên wê dizîne.

Piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn buyer şopand, du mêrên ku zêrên jineke hatiye qetilkirin, difirotin zêrfiroştekî girtin û radestî aliyên têkildar kirin.

(eh)

ANHA