Koçberî û siyaseta PDK’ê: Bila hindik be bila yê min be!

Di pişt perdeya koçberbûna gelê Başûrê Kurdistanê de siyaseta hevpar a dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê heye. Dewleta Tirk bi wê yekê armanc dike serweriya xwe li heremê ferz bike, demografiyê biguherîne û zextê li YE`yê bike. PDK jî siyaseta ‘bila hindik be bila yê min be’ dimeşîne.

Koçberî û siyaseta PDK’ê: Bila hindik be bila yê min be!
12 mijdar, 2021   04:01
DUHOK - ERDOGAN ALTAN

Di demên dawî de li ser sînorê Polonya û Belarûsê aloziya koçberan ku piraniya wan kurd in bû rojeva giştî cîhanê. Ev pirsgirêka koçberiya kurdan a ku piraniya wan ji Başurê Kurdistanê ne, ji destpêka sala 2018’an ve di rojevê de ye. Her çiqas sedema vê koçberiyê aborî xuya dike jî, lê belê ew bi xwe pirsgirêkeke siyasî ye. Li pişt perdeya vê pirsgirêkê siyaseta hevpar a dewleta Tirk a dagirker û hevakarê wê PDK heye. Ji bo dewleta Tirk a dagirker karibe serweriya xwe li heremê ferz bike, guhertina demografiyê pêk bîne û wekî amûrekî zextê li dijî YE`yê bi kar bîne, vê siyasetê dimeşîne. PDK jî çawa di hilbijartinên Iraqê de hat dîtin, siyaseta ‘bila hindik be bila yê min be’ dimeşîne.

GER MIJAR XIRABIYA KURDAN BE TEQEZ TILIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER TÊ DE HEYE

Bêguman ji ber siyaseta desthiladariya faşîst a AKP-MHP ku li ser koçberkirin, guhertina demografiyê, îşkence, binçavkirin, girtin, kuştin û qirkirina Kurdan hebûna xwe didomîne, dema mijar dibe xirabiya gelê Kurd teqez tiliya dewleta Tirk a dagirker tê de heye. Lewra jî li pişt vê koçberiyê ya ku bi deh hezaran kilometre ji Kurdistanê dûr e, şîrketa hewayî ya Belarûs ku hevkarê wê Balafirgeha Tirk (THY) e, vê karî dide meşandin. Jixwe tê zanîn ku ofîsên vê şîrketa hewayî ya bi navê Belarûsê ji bilî Stenbolê, li Îranê, Iraqê, Qetarê, Yekîtiya Emîrên Ereb (Îmarat) tûne ne.

Ev koçberên ku rê nadin wan derbasî welatên din bibin, têkoşîna li hember serma, seqem û birçîbûnê didomînin. Ji rojnameyên Almanyayê Bild, îdîa dike ku ji van koçberên ku piraniya wan Kurd in ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve bi balafiran birine wir. Li gor rayedarên polîsên sînor ên Almanya, şîrketa balafiran a dewleta Tirk a dagirker a bi navê Rêya Hewayê ya Tirk (THY) ve bi seferên taybet birine Minskê. Di derbarê hejmara koçberên jiyana xwe ji dest daye de jî, li gor Polonya 7 in, hin çavkanî dibêjin 8 û hin kes jî dibêjin hejmar zêdetir e.

ÎTİFAQA BARZANÎ-ERDOGAN Û HÊVIYA GEL

Bêguman gelek sedemên vê koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê ku piraniya wan ciwan in, hene. Yek ji wan bi plana ‘Çokdanînê’ ya ji aliyê desthiladariya faşist AKP-MHP ve hatî destpê kirin û PDK’ê jî kiriye hevkarê xwe ye. Îtifaqa PDK-AKP ji bo gelê Kurd rê li ber encamên metirsîdar vedike. Ev hevkarî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker Kurdistanê aniye rewşa Koloniyek biçûk.

Di çerçoveya vê îtifaqê de desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo guherandina demografiya heremê, pêwîste ji Zaxo heta Helepçeyê were valakirin. Bi taybetî jî tê xwestin ku xelkê herêma Behdînanê, Bradost heyanî Binarê Qendîl ên ku di dîrokê de wek gelê serhildêr tên nasîn, werin koçberkirin. Bêguman ji destpêka sala 2018’an û şûnde êrişên dagirkeriyê yên li herêma Xakûrkê, piştre Heftanîn û heya êrişên dawî yên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê ku hê jî didomin, bi hemû êrişên hewayî û bejahî yên tên kirin, armanc valakirin û bêmirovhiştina heremê ye. Piştî vê jî ku yek ji siyaseta bingehîn a dewleta Tirk a dagirker qirkirina çandî ya Kurdan e, heremê bi malbat û çeteyên li Bakurê Sûriyê yên girêdayî Erdogan in di wir de bi cih bike, her wiha endamên komên Tirkmen û sûnî yên li derdora Mûsil û Kerkûkê jî gav bi gav di Başûrê Kurdistanê de bi cih bike. Ev yek ku ji bo dewleta Tirk a dagirker plansaziyek stratejîk e, ji bo PDK’ê ya ku ew jî hevkarê vê plansaziyê ye di heman çerçoveyê de siyaseta, binçavkirin, girtin, êriş û zexta siyasî û ewlekariyê ya li ser muxalifan pêk tîne. Çawa siyaseta ku ‘Me Başûr rizgar kiriye, me hikumetek ava kiriye, bila hemû hêzên din ên Kurd biçin Bakur, Rojava û Rojhilat şer bikin, çi karê wan heye li vir e?’ heman propagandayê li ser siyasetmedar, xwendekar, rewşenbîr û muxalîfan jî dike û dibêje “Bila hindik be lê bila yê min be”.

Ji ber vê yekî jî ev îtifaq ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo gelê Başûr xeter e. Êdî gelê Başûr di wê ferqê de ye ku PDK bi taybetî jî hikumeta di bin rêveberiya Mesrûr Barzanî de wek dûvikê şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan û hêrsa Osmaniya-Nû ya ku Erdogan dixwaze li heremê pêk bîne ye. 

ÇIQAS SIYASÎ BE EWQAS ABORÎ YE JÎ

Herçiqas sedema koçberiya gelê Başûr ber bi welatên derve ve siyasî be, ewqas aborî ye jî. Başûrê Kurdistan demek dirêj di Rojhilata Navîn a qeyran-kaosê de wek ‘grava aramiyê-îstiqrarê’ dihat bi navkirin û bala hemû şîrketên navneteweyî dikşand û bi vê awayî rewşa aborî pêş ketibû. Lê ev tablo di Havîna 2014’an de ji nişke ve hat guhertin. Ev rewş ku bi êrişên DAIŞ’ê, koçberiya zêde, qeyrana aborî û siyasî re bi awayek neyînî guherî, piştî referandûma serxwebûnê ya 2017’an ve re ‘heremên bi nîqaş-nakok’ ango heremên Kurd wek îdarî kete destê hikumeta navendî ya Iraqê, rewş derbasî qonaxeke nû bû. Tam gotin, kar ber bi başiyê ve diçe, qeyrana aborî, Hikumeta Bexda bi qutkirina budçeyê gefan dixwe, şerê serdestiyê yê di navbera Amerîka û Îranê de gur dibe, gelê ku bi mehan meaşên xwe negirtibûn derketin kolanan. Di ser de jî PDK krîza Zînî Wertê derxist, piştre hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî, hêzên Gulan, Zêrevanî û çeteyên Roj kişandin herêma Garê û bi provokasyonan ku ji bo gelê Kurd bîranîna reş e, ‘birakujî' di mêjiyê Kurdan de zindî kir. 

 Civaka Başûr, civakeke ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dike ye. Lê bi taybetî di salên 1980’an de di êrîşên Enfalê yên ji aliyê rejîma Baas ve hatine kirin, 6 hezar gundên Kurdan hatin valakirin û di encamê de jî pêleke mezin a koçberiyê çêbû. Ev rewş ku heya gihişte pêvajoya îro êdî nifûsa bajaran ji yê gundan derbas kir. Ev rasterast bandora xwe li ser aboriyê kir. Çandinî û sewalkarî hêj jî heye lê pir hatiye sînordarkirin. Ji bilî wê tu hilberîneke berbiçav nîne. Aboriya Başûr, piranî li ser firotina petrol û bazirganiyê ye lê xebatkarên sektora petrolê jî tenê ji sedî 2 ya karmend û karkeran pêk tê. Nifûsa Başûrê Kurdistanê ku 6 milyon kes e, ji wan 1,6 milyon (milyonek û 600 hezar) kes ji hikumetê meaş digirin, nîvê wan ji karmendan û pêşmergeyan pêk tên, nîvê din jî ji mexdurên Enfalê, gazî û teqawitan pêk tê. 

WELATEKÎ ÇANDINIYÊ BÛ LÊ BELÊ…

Ji ber plansaziya hêzên serdest ên navneteweyî, Başûr parçeyê herî zêde ye ku şer lê çêbûye. Ev erdnîgariya ku şer qet jê kêm nebûye, ji aliyekê ve di nava şer de dijiya, ji aliyê din ve jî qet dev ji çandiniyê û sewalkariyê berneda. Di her şert û mercan de li ser perçeyekî biçûk yê erdê çandiniyê dikir, bi çend seriyên sewalan debara xwe ya malbatê pêk tanî. Di serdema 1978’an de ku li ser hev qirkirin pêk dihat jî, gelê Başûr dema diket rêya koçberiyê çend serî sewalan bi xwe re dibirin. Ji ber vê yekê jî di tu demê de ji çandiniyê û sewalkariyê dûr neketine. 

PARTIYÊN HEREMÊ BI NASKIRINA DAHATÛYÊN PETROLÊ RE BÛ BELA SERÊ WAN

Plansaziyên ku hêzên navneteweyî ya li ser Başûrê Kurdistanê kiribûn hemû ji bo çavkaniya dewlemend a petrolê bû. Plansaziyên ku li ser çavkaniyên petrolê hatibûn kirin, rêveberî û statuya siyasî ya heremên Kurdan jî diyar dikir. Başûr, ji ber axa dewlemend û bi berhem, çavkaniyên ava xwezayî û qadên çiyayî û deştê ji bo çandiniyê û sewalkariyê pir baş bû û vê jî dihişt ku xelkê heremê li gor normên civaka gund ên çandiniyê jiyan bike.

Di salên 1990’î di navbêra Amerîka û Iraqê de Şerê Kendavê yê Yekemîn dekret. Amerîka ji bo armanca xwe ya li ser heremê pêk bîne derbasî pêkanîna hêza ‘çakûçê’ bû. Bi pêkanîna hêza çakûçê re sînorên Başûrê Kurdistanê wek duberîn (paralel) a 36-42 hat diyarkirin. Gelê Başûr, di sala 1991’an de li hember dîktatoriya Seddam Huseyin serhildan da destpêkirin. Pêkanîna hêza çakûç a Amerîkayê, bi zanebûn di dema serhiladana gelê Başûr de dan destpêkirin û bi vê awayî xwestin têkbirina dîktatoriya Seddam Huseyîn a ku gel bi hêza xwe ya xweser pêk anîbû, di bin siya xwe de bihêlin. Plana Amerîka, planeke ji bo partiyên siyasî bû. Yê serî rakiribû jî gel bû. Dema gel bi serhildanê rabû ev partiyên ku niha desthiladariyê di destê xwe de digirin yek ji wan jî ne li Başûr bûn. Piştî ev partî vegeriyan Başûrê Kurdistanê ji aliyê Amerîka ve parlemento hat avakirin. Piştî Amerîka parlemento ava kir, YNK û PDK li hev anîn û ew kirin desthiladarê heremê. Bi vê desthiladariyê re partiyên heremê dest bi bazirganiya petrolê kir. Ev yek bû sedem ku hemû kargeh têk biçin, karmend û karkerên di van kargehan de dixebitîn û her wiha xelkê ku li deşt û çiyayan debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikir, arasteyê peşmergeyên bi meaş kirin. Wê yekê çandinî û sewalkarî ber bi dawîbûnê ve bir. 

Partiyên heremê di vê pêvajoyê de bi rêya qaçax petrol şandin Îran û Tirkiyê. Wisa bû ku ev partiyên heremê, ji qadên Iraq û Başûrê Kurdistanê ku mehane 150 hezar warêl petrol derdiket, bi rêya qaçax dişandin Tirkiyê û Îranê. 

Ev rayedar û partiyên heremê ku dahatûyên xwe, ji bo berjewendiyên hizbî bi rêya qaçaxiyê petrolê dişandin Tirkiyê û Îranê qezanc dikirin, gel jî di deşt û çiyan de sewalkarî û çandiniya xwe berdewam kir.

ANHA