Li Reqayê ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê konê sersaxiyê hat vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê konê sersaxiyê veda.

Li Reqayê ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê konê sersaxiyê hat vedan
11 mijdar, 2021   16:18
REQA

Ji bo endamên malbata welatparêz, Yûsif Gulo û neviyên wê Mihemed û Mezlûm Gulo yên ku 09'ê Mijdara 2021’an di êrişa balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk a li taxa Hilêiyên ya bajarê Qamişloyê de şehîd bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê konê sersaxiyê veda.

Konê sersaxiyê bi wêneyên her sê şehîdan, wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Bi sedan şêniyên Reqa, endamên saziyên wê yên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê.

Di bin kon de, gelek axaftin hatin kirin, ji wan jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed Ereb axivî û sersaxiya malbata Gulo ya welatparêz kir û wiha got: "Em ê rêça şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişopînin. Çiqas hûn sûcan li dijî me pêk bînin, em di rêya berxwedanê de berdewam in."

Li ser navê Nivsîgeha Malbatên Şehîdan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Necah Mihemed axivî û sersaxiya malbata Gulo kir.

Necah Mihemed bang li civata navneteweyî û NY’yê kir ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê daxuyaniyek da û ji hêla hevseroka meclisê Şemse El-Salih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Qamişloyê hate kirin bi hewldaneke din ji bo têkbirina ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tirsandina gel û pêkanîna komkujiyan hate binavkirin û hate gotin, ev komkujiya sêyemîn e ku dewleta Tirk piştî daxuyaniyên dagirkirina xakê dane".

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev komkujî sûcekî li dijî mirovahiyê ye, her wiha bêdengiya garantorê rûsî û Koalîsyona Navneteweyî têkildarî van êrişan hat şermezarkirin û bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê hat kirin ku bi lez destwerdanê bikin, sûcên dewleta Tirk rawestînin û qedexeya asîmanî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê sersaxiya malbata Gulo kir ku 12 şehîd di oxira parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di şerên berê de dane.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê kir ku ji bo rizgarkirina heêmê û derxistina dagirkeran yekitiya xwe ava bikin û piştgiriyê bidin hêzên parêzvanên herêmê.

Herkîna ber bi konê sersaxiyê ve berdewam dike.

(fr)

ANHA