Du balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Qamişlo digerin

Li asîmanê bajarê Qamişloyê liv û tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker hene.

Du balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Qamişlo digerin
11 mijdar, 2021   16:20
QAMIŞLO

Ji beriya satekê ve du balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Qamişloyê digerin.

Beriya du rojan belafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê li erebeyekê da. Di encamê de ji malbata welatparêz a Gulo, Yûsif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mezlûm şehîd bûn.

ANHA