Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên Minbicê bi meşeke meşalayî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê,  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê şermezar kirin.

Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Minbicê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
11 mijdar, 2021   17:31
MINBIC

Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Minbicê tevlê bûn.

Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ber çerxerêya Mêzan ve dest pê kir. Di meşê de pankartên "Werin cenga azadiyê" û "Dem dema azadiyê ye" hatin vekirin.

Meş li çerxerêya  Mêzan rawestiya û li vir Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajar û gundewarê Minbicê Ehmed El-Cemîlî daxuyanî xwend û got: "Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşge a Minbic û gundewarên wê em tevahî êrişên dijminane yên faşîzma Tirk ên li dijî berxwedêrên li çiyayên Avaşîn, Zap, Metîna û Şengalê şermezar dikin. Faşîzma Tirk ku bi sedan caran têkçû û derbên giran li eniyên berxwedanê xwarin, hovîtiya wê gihişt asta ku çekên qedexekirî li dijî gerîlayên heheng ên berxwedêr bi kar bîne, da ku wan lawaz bike û îradeya wan bişkîne.

Em dizanin ku hemû tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dike ji bo lawazkirina gelê azad e yê ku bi fikirê rêberê neteweyî Abadullah Ocalan dijî. Faşîzma Tirk bi hewldanên xwe yên dûbare yên qetilkirina mirovên azad û xirabkirina fikirê me ku xwe dispêre xeta neteweya demokratîk armancên xwe pêk bîne.

Em tevahî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ya dawî êrişên bi balafirên bê mirov ên li ser Kobanê û Qamişlo ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn, şermezar dikin, em nahêlin ku dagirker li ser xaka me bimîne û em ê li hemberî wan bibin bend.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger soz didin gelê xwe ku em ê rêya şehîdên azadiyê û ramanê rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan berdewam bikin heta ku tevahî cûreyên dagirkeriyê li ser xaka xwe têk bibin û tevahî gelên azadîxwaz rizgar bikin."

ANHA