Xwendekarên Şêxmeqsûdê zarokên Sînemeya Amûdê bi bîr anîn

Xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a taxa Şêxmeqsûd a Helebê qurbaniyên şewata Sînemaya Amûdê ku di 13`ê Mijdara 1960`ê de pêk hat, bi bîr anîn.

Xwendekarên Şêxmeqsûdê zarokên Sînemeya Amûdê bi bîr anîn
11 mijdar, 2021   13:28
HELEB

Xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a seretayî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî salvegera 61’emîn a şewata Sînemeya Amûdê daxuyaniyek da. Bi dehan xwendekar û mamoste tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Xwendekaran pankartên "Na ji kuştina zarokan re", "Em şopdarên rêya zarokên Sîmemaya Amûdê ne" hildan.

13`ê Mijdara 1960`î li Sînemaya Şehrezad a bajarê Amûdê şewatekê rû da û di encama wê de bi sedan zarok şehîd bûn.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Ronahî Xelîl û xwendekara bi navê Ciwana Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "61 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê ya kantona Qamişlo re derbas bûn. Ew bîranîna biêş ku nayê jibîrkirin. Ne tenê ji bîra şêniyên wê lê belê ji bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî naçe. 13`ê Mijdara 1960`yî ku roja Yekşemê bû û saet di 20:30`an de bi sedan zarokên seretayî yên ji hemû pêkhateyan hatin kuştin ku temenê wan 12 sal derbas nekiribû.

Zarok ji aliyê gerînendetiya navçeya Amûdê ve hatin vexwendin da ku alîkariya şoreşa Cezaîrê bikin. Fîlmê ku di wê demê de hate pêşandan ne ji zarokan re bû û bi navê "Cinê nîvê şevê" bû. Di wê demê de nêzî 500 zarok derbasî hola sînemayê bûn û holê tenê têra 200 kesî dikir. Her wiha tu mamoste û gerînende beşdar nebûn. Tenê hûn kesên fenî hebûn. Ji ber amûreke kevn çirûskeke agir derket û şewat di holê de çêbû.

Ev yek hatibû plankirin. Amûdê û tevahî kantona Qamişlo û Hesekê veguherî agahiyeke biêş û kenê dayikan ên sibehan nanê tenûrê çêdikir, veguherî qîrîn û hawar.

Hin zarokên ku ji wê roja bi êş rizgar bûne, ew bîranîn di bîra wan de ye û encamên şewatê li ser laşê wan e. Ew roj di dîroka bajar de bû êşek.

Em vê bûyerê şermezar dikin û em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku edalet û azadiyê pêk bînin."

(bx)

ANHA