Ji bo şehîdên Qamişloyê li Helsingborg a Swêdê taziye hat danîn

Li bajarê Helsingborg ê Swêdê ji bo şehîdên komkujiya taxa Hilêliyê ya Qamişloyê taziye hate danîn. Taziye dê 3 rojan dewam bike.

Ji bo şehîdên Qamişloyê li Helsingborg a Swêdê taziye hat danîn
11 mijdar, 2021   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li bajarê Helsingborg ê başûrê Swêdê ji bo her sê şehîdên ku beriya 2 rojan di encama êrişeke balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabû, bi amadebûna malbat û keça şehîd Yûsif Gulo Leyla Gulo taziye hate danîn.

Şîna ji hêla malbata şehîdan ve li Komeleya Çandî Hunerî ve hate danîn û dê 3 rojan dewam bike. Taziye dê roja şemiyê saet di 14:00'an de bi beşdariyeke girseyî bi dawî bibe.

ANHA