Li gundewarên Idlibê 5 kes hatin kuştin

Di encama bombebarana hêzên Rûsyayê ya li ser derdora Piroma û El-Hebat a li bakurê Idlibê de 5 kes ku 3 jê zarok in, hatin kuştin û nêzî 10 kesan jî birîndar bûn.

Li gundewarên Idlibê 5 kes hatin kuştin
11 mijdar, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama bombebarana hêzên Rûsyayê li ser Piroma û El-Hebat a gundewarên bakurê Idlibê de, 5 kes hatin kuştin ku ji wan 3 zarok in. Her wiha herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî SOHR`ê dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

(bx)