Manfred Weber bang li dewleta Tirk kir ku bazirganiya mirovan neke

Têkildarî aloziya penaberan a li ser sînorên di navbera Belarûsya-Polonyayê de serokê Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber got divê destûr neyê dayîn ku şîrketên rêwiyan ên hewayî yên Tirkiyê balafirgehên welatên Yekitiya Ewropayê bi kar bînin.

Manfred Weber bang li dewleta Tirk kir ku bazirganiya mirovan neke
11 mijdar, 2021   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Manfred Weber di semînerekê de li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê, têkildarî aloziya domdar a penaberan a li ser sînorên Belarûsya-Polonyayê got: “Divê em erkên şîrketên rêwiyan ên hewayî ji bîr nekin. Heke kesek bixwaze pere li Yekitiya Ewropayê (YE) qezenc bike mîna şîrketên Tirkiyê, divê fêm bike ku nikare bi rêya bazirganiya mirovan tev li vê yekê bibe."

Li gorî ajansa AKI ya Îtalyayê Manfred Weber wiha domand: "Dibe ku em rê nedin ku balafirên şîrketên Tirkiyê balafirgehên YE’yê bi kar bînin, heke hevkariyê bi me re nekin.”

Li gorî gelek raporên çapemeniyê, bi hezaran ciwan ji herêmên di bin kontrola PDK’ê yên Başûrê Kurdistanê de revîne û tê destnîşankirin ku ciwan bi rêya Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Ewropayê dibin.

(şx)