Karwanê şehîdên komkujiya Hilêliyê ber bi goristana şehîdan ve diherike

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ji bo oxirkirina şehîdên Komkujiya Hilêliyê ji çerxerêya Sonî ya li navenda Qamişlo ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.

Karwanê şehîdên komkujiya Hilêliyê ber bi goristana şehîdan ve diherike
Karwanê şehîdên komkujiya Hilêliyê ber bi goristana şehîdan ve diherike
Karwanê şehîdên komkujiya Hilêliyê ber bi goristana şehîdan ve diherike
Karwanê şehîdên komkujiya Hilêliyê ber bi goristana şehîdan ve diherike
Karwanê şehîdên komkujiya Hilêliyê ber bi goristana şehîdan ve diherike
11 mijdar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ji bo oxirkirina kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo bi meşê berê xwe didin goristana şehîdan.

Ji bo tevlêbûna merasîma oxirkirina şehîdên komkujiyê, vê sibehê li Qamişlo ji bo diyanê şehîdanê şîn hat ragihandin û dikandaran dikanên xwe girtin.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bi dirûşmeya "Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin" duh xwepêşandaneke girseyî li dar xistibû û komkujiya li dijî malbata Gulo şermezar kirin.

Di 9'ê Mijdarê de balafireke bêrmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bombebaran kir, di encamê de kesayetiya welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo gihan asta şehadetê.

(dx)

ANHA