​​​​​​​Balafirên Rûsyayê êrişî çolistana Sûriyê kir

3 balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 25 êriş li dijî herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Esriye, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û çolistana Tedmûr a li rojhilatê Humsê kir.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê êrişî çolistana Sûriyê kir
11 mijdar, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 3 balefirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 25 caran herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Esriye, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û çolistana Tedmûr (Palmîra) a li rojhilatê Humsê bombebaran kirin.

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên DAIŞ’ê de, di seatên borî de li çolistana Tedmûrê şer derket.

Tevî piştgiriya hewayî ya balafirên şer ên Rûsyayê jî hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê heta niha nikarîn çeteyên DAIŞ'ê têk bibin.

(dx)