Şêniyên herêma Efrînê: PDK`ê ji dagirkeran hovtir e

Şêniyên herêma Efrînê bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîda Tolhildan û Serdem radestî malbatên wan bike. Şêniyan piştrast kir ku kiryarên PDK`ê dikevin berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker.

Şêniyên herêma Efrînê: PDK`ê ji dagirkeran hovtir e
11 mijdar, 2021   08:53
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hê jî cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan nake. Her du şehîdan tevî 5 gerîlayên din di 28`ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ketibûn kemîna PDK`ê. Di nav de Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, 3 gerîlayên din şehîd bûn, yek bi birîndarî dîl hat girtin û yek din ji kemînê filitî.

Di 5`ê Cotmehê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li nêzî dergehê Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar xist. Meclisê bi rêya çalakiyê bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan Tolhildan û Serdem radestî malbatên wan bike.

Şêniya bi navê Nimet Elîko ya ji şêniyên herêma Efrînê got: “PDK`ê xiyaneta xwe ya li hemberî gerîla û gelê kurd didomîne. Di 28`ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê li pêşiya komeke gerîla kemînek danî û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn di nav de du şehîd ji Rojava; Tolhildan Raman û Serdem Cûdî.”

Nimet wiha domand: “Ruxmî ku bi awayekî hovane gerîla kir hedef, PDK`ê siyaseta xwe ya kirêt didomîne ku berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Ew cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake da ku bi rêbezekê layîq, wan werin veşêrin.”

Derbarê çalakiya konvedanê de Nimet Elîko got: “Em piştgiriya vê çalakiyê dikin.”

Di dawiyê de Nimet Elîko destnîşan kir ku PDK`ê dixwaze armancên dewleta Tirk pêk bîne.

Şêniyê bi navê Ebdulhenan Mamo xiyaneta PDK`ê şermezar kir û got: “Kiryarên PDK`ê li dijî gelê kurd in û berjewendiyên dewleta Tirk pêk tînin ku dixwaze gelê kurd tune bike.”

Ebdulhenan Mamo wiha pê de çû: “Dîroka PDK`ê bi xwîna gelê kurd lekekirî ye. Ev ne cara yekê ye ku kemînan datîne û agahiyan derbarê nuqteyên gerîlayan de radigihîne dijmin. Ew ji dagirkeran hovtir e.”

Ebdulhenan Mamo bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Şêniyê bi navê Fethî Ehmed jî bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatan bike û ev diyar kir: “Me hêvî dikir ku PDK`ê parastina doza kurd û piştgiriya gerîla bike. Her wiha bi planên dagirkeriya Tirk neyê xapandin. Lê bi kiryarên xwe yên li dijî gelê kurd û gerîla, pîvanên mirovî binpê kirin.”

(şx)

ANHA