​​​​​​​Dayîk rojane 110 km qut dikin da ku hevkariya PDK`ê bi Tirkan re şermezar bikin

Dayîk bê dudilî rojane mesafeya 110 kîlometreyan qut dikin da ku tev li çalakiya konvendanê ya li Sêmalkayê bibin. Her wiha nerazîbûna xwe li hemberî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re rave bikin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan bikin.

​​​​​​​Dayîk rojane 110 km qut dikin da ku hevkariya PDK`ê bi Tirkan re şermezar bikin
11 mijdar, 2021   06:58
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Dayîkên Aştiyê û yên şehîdan ji beriya 37 rojan ve rojane mesafeya 110 kîlometreyan qut dikin da ku tev li çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê hatiye lidarxistin bibin û bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin ku cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5`ê Cotmehê de bang li şêniyan kiribû ku tev li çalakiyê bibin da ku xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirke re şermezar bikin.

Ruxmî ku Dayîkên Aştiyê hewl dan du caran derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku nameyekê radestî desthildata Başûrê bikin ku tê de banga radestkirina cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî dikin, lê PDK`ê daxwaza wan red kir.

/ar/uploads/files/2021/11/10/200231_aaeshh-28large29.webp

Dayîka Eyşe Hesen (50) ji şêniyên Qamişlo ye rojane serdana çalakiyê dike. Dayîka Eyşe di vî warî de got: “Ne ji mafê PDK`ê ye ku cenazeyên şehîdan li cem xwe bigire. Wan şehîdan ji bona Kurdistaneke azad canê xwe feda kir. Em ê daxwaza xwe bidomînin heta ku cenazeyan radestî me dikin.”

ME HÊVÎ NEDIKIR KU PDK`Ê TIŞTEK WISA BIKE

Dayîka Eyşe wiha domand: “Me hêvî nedikir ku PDK`ê tiştek wisa bike. Xwe teslîmî dijmin bike ku kurdan bi xwînekî sar dikuje. Wê ev xiyanet di dîrokê de were xêzkirin. Dê nifşên bê hesabê jê bixwazin.”

Dayîka Eyşe diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker kurdan wek dijmin dibîne û destnîşan kir ku PDK`ê bi hevkariya xwe ya dewleta Tirk re, armanc dike ku li ser masaya diyalogê û yekitiyê bi kurdan re rûnene.

Dayîka Eyşe Hesen ku endameke Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star e bang li PDK`ê ku dev ji helwesta xwe ya dijminane ya ji doza kurd berde, fermanên tirkan neyne cih û wiha berdewam kir: “Ev yek fitneyê di navbera kurdan de çêdike. Gerîla baldar e û ew bi lîstokên PDK`ê nayê xapandin.”

Endama rêveber a Mala Jinan û endama Meclisa Edaletê ya Jinan Îlham Umer piştrast kir ku ew bê westan tev li çalakiyê dibin û sersaxî didin dayîkên şehîdan ên ku kezebên xwe di oxira Kurdistanê de kirine qurbanî.

ŞEHÎD XETA SOR IN

/ar/uploads/files/2021/11/10/200215_alham-28large29_1.webp

Îlham Umer diyar kir ku şehîd xeta sor e û nabe tu alî wan binpê bike. Îlham careke din bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Derbarê danûstandina şermok a PDK`ê bi dayîkên aştiyê re dema dergehê di navbera Rojava û Başûr de derbas kirin got: “Dayîkên aştiyê nûnertiya her çar parçeyên Kurdistanê dikin, ne tenê beşekê. Divê PDK`ê fêm bike ku li her derê dayîk banga cenazeyên şehîdên xwe dikin em dê dengên xwe tev li wan bikin û piştgiriya wan bikin.”

Îlham piştrast kir ku ew ê li hemberî hewldanên girtina berjewendiyên kesayetî di ser doza kurd re, bibin bendeke asê û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em aştîxwaz in. Em naxwazin şer û nakokî derkevin. Lê em derfetê nadin vê yekê. Lê bila fêm bikin ku em ê li ber xwe bidin û tê bikoşin û nahêlin kesek kurdan bike hedef.”

(şx)

ANHA