​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 11-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 11-11-2021
11 mijdar, 2021   00:00

-Şêniyên Qamişlo, cenazeyên şehîdên komkujiya Qamişlo (bapîr û kesayetê welatparêz Yûsif Gulo, şehîd Mezlûm Gulo û şehîd Mihemed Gulo) ku di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li dijî erebeyan wan şehîd bûne, oxir dikin. Dê karwana şehîdan ji çerxerêya Sonî ya li naverasta Qamişlo dest pê bike. saet di 10.30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê ya şermezarkirina PDK’ê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-PYD’ê li navçeya Tirbespiyê civîneke berifeh bi rûspiyên eşîrên Ereb re li dar dixe ku pêşdeçûnên siyasî yên dawî nîqaş bike. Civîn li hola Nadî Siyahî saet 10:00’an li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê de li hev dicivin ku pêşdeçûn û xwestekên li herêma rojavayê Dêrazorê nîqaş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li gundewarê Dêrazorê meşekê ji bo şermezarkirina sûc, binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe. Saet 17:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî re li Sûriyê û Iraqê şermezar kir û bi “şerekî kirêt” bi nav kir. Her wiha gotin ji ber vê yekê divê hesab ji Erdogan bê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi awayekî kûr bandor li dayîka Fatme Hesen kiriye. Hevdîtina wê ya bi rêber Abdullah Ocalan re, têrê kir ku têkoşîneke demdirêj bimeşîne da ku azadiyê ji gelên bindest re pêk were û jin ji zihniyeta desthildar rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayîk bê teredûd rojane 110 kîlometreyan dimeşin da ku tev li çalakiya konvendanê ya li Sêmalkayê bibin. Her wiha nerazîbûna xwe li hemberî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re rave bikin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên ereb ên herêma Sirînê ya başûrê Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û piştrast kirin ku wê heta dawiyê axa xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Reqayê piştrast kir ku gelên herêmê yên ji bo rizgarkirina wê hevgirtî bûn, dê ji bo parastina wê jî hevgirtina xwe dewam bikin. Her wiha destnîşan kir ku ji ber vê hevgirtinê, di dirêjahiya 10 salan de gelek destkeftî hatin bidestxistin û serkeftin pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên ku tevlî xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker bûne diyar kir ku dewleta Tirk a qirker van êrişan bi armanca derxistina tevlîheviyan di nava gel de pêk tîne û ew ê li hemberî van sûcan tu carî teslîm nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku dewleta Tirk ne tenê sûcan li dijî kurdan pêk tîne lê belê ereb jî para xwe ji van sûcan girtine. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk di vê dawiyê de kargehên madeyên hişbirê vekirin û wan belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Bi gurbûna krîza dîplomasiyê re di navbera Lubnan û Kendavê de ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê, gelo rastiya veguherandina Lubnanê ber bi qada tesfiyekirina hesabên di navbera Riyad û Tehranê de eşkere dibin? Gelo ew ê bandorê li nakokiyeke mezhebî bike ku pê re xwepêşandan li Lubnanê çêbibin?  (BI WÊNE)

KURDISTAN

- Şêniyên herêma Efrînê bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan Tolhildan û Serdem radestî malbatên wan bike. Şêniyan piştrast kir ku kiryarên PDK`ê berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA