Li Dêrazorê têkildarî rewşên xizmetguzarî û siyasî civînek hat lidarxistin

Meclisa Sivîl a Gundewarên Rojhilatê Dêrazorê têkildarî geşedanên siyasî, rewşa xizmetguzariyê û çareserkirina aloziya firinan civînek bi girseya gel re li dar xist.

Li Dêrazorê têkildarî rewşên xizmetguzarî û siyasî civînek hat lidarxistin
10 mijdar, 2021   16:57
DÊRAZOR

Civîn li navenda Komîteya Pêşxistina Çandiniyê ya bajarê Hecînê bi beşdariya rûspiyên herêmê, nûnerên meclisa sivîl, leşkerî, meclisa herêmî û gelek xwediyên firinan li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre beşdaran li ser pirsgirêkên sereke yên ku welatî azarên wan dikişînin û rewşa siyasî ya li herêmê nîqaş kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/10/145231_aqd-ajtmaa-fy-ljnh-alttwyr-alzraay-lbhth-alwaqa-alsyasy-whl-azmh-alafran-fy-mdynh-hjyn-fy-ryf-dyr-alzwr-alshrqy-28229.webp

Beşdaran îşaret pê kir ku di demên dawî de gelek gotegot têne belavkirin da ku li herêmê tevliheviyê derxin, lê baweriya wan bi QSD`ê heye ku parastina herêmê bikin û ew şêniyên herêmê li kêlek şervanên xwe ne.

Piştre Hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Herêma Rojhilat Malik Abdullah axivî û îşaret bi aloziya ku firinên herêma rojhilat pê re rû bi rû ne kir û got: "Gelek tedbîr ji bo garantiya başbûa kar û rêbazên peydakirina genim hene da ku piştgiriya firinan û çandiniyê bikin."

Li aliyekî din şêwirmendê sivîl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê Xalid Xelîfe axivî û got: "Gelek tedbîr ji bo pêşxistina xebata çavdêriya firinan hatine girtin, ji wan komîte ji gel hatine avakirin da ku bi piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn çavdêriya hemû firinan bikin."

Xelîfe wiha domand: "Me dest bi belavkirina sotemeniya çandiniyê ji herêma Şefe kir, piştre me li Hecîn û herêmên dîtir belav kir. Her wiha divê hevkariyeke aktîf di navbera gel û saziyan de hebe ku çi pirsgirêk derbas bibin."

Di dawiya civînê de, li ser navê cotkar, karker û şêniyên rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek hate dayîn, tê de êrişên bênavber ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em cotkar û karkerên rojhilatê Dêrazoê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî welatê me şermezar dikin û em li kêlek QSD’ê de ne ku destkeftiyên xwe biparêzin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku destwerdaneke cidî bike ku êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin.

(eh)

ANHA