Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Hemîsê bi du meşên cuda komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbata Gulo ya welatparêz pêk aniye û di encamê de 3 welatî şehîd bûn, şermezar kir.

Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
Şêniyên Til Hemîs û Girkê Legê komkujiya Qamişlo şermezar kir
10 mijdar, 2021   16:28
QAMIŞLO

Duh dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê ya Qamişlo hedef girt, di encamê de 3 kesayetê welatparêz Yusif Gulo û zarokên wî Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov welatiyan hedef digire, li hemberî vê yekê jî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Bi armanca şermezarkirina sûcên li dijî sivîlan, şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Meş ji qada şehîd Xebat dest pê kir û ber bi kolana sereke ya navçeyê ve çû. Beşdaran diruşmên "Na ji komkujiyên Tirkiyê re yên li dijî sivîlan re ku herî dawî li Qamişloyê bû" berz kirin.

Piştî şênî li naverasta navçeyê sekinîn û deqeyeke rêz girtin, endamê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Tacedîn Ferho axivî û got: "Hedefgirtina welatiyan karekî hovane ye. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk ber bi têkçûnê ve ye."

Tacedîn Ferho ev li gotina xwe zêde kir: "Hedefgirtina welatiyan di hemû qanûnên navneteweyî de qedexe ye, lê ev ne cara yekemîn e ku dagirkeriya Tirk welatiyan hedef digire û sûcan dike û bi wê yekê dagirker tevahî qanûn mîsaqên navneteweyî bin pê dike."

Di dawiyê de Tacedîn Ferho wiha got: "Malbata Gulo malbateke welatparzê a kevn e ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinî. Her wiha hedefgirtina vê malbatê nîşaneya tirsa dagirkeriyê ji welatiyên berxwedêr re ye."

TIL HEMÎS

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Til Hemîsê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meş ji pêşiya navenda trafîkê dest pê kir û beşdaran pankartên "Azadiya rêbertî azadîya me ye û berxwedana rêbertî rûmeta me ye" rakirin. Her wiha di meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hat dayîn û ji hêla Wacid El-Qenas ve hate xwendin.

Wacid El-Qenas wiha got: "Em li vir kom bûne ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin, çi bi rêya şerê yekser û taybet dibe."

El-Qenas wiha domand: "Divê ciwan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û pişta xwe bidin parastina cewherî ya ku rêber Abdullah Ocalan banga wê kir."

Di dawiya meşê de li ser navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid Nayif axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

(eh)

ANHA