Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrazorê perwerdekirina 33 durînkaran bi dawî kir

Komîteya Ciwanan û Werzîşê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarokê Sewe yê gundewarê rojavayê Dêrazorê şahiya derçûna komeke jinên durînkar li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrazorê perwerdekirina 33 durînkaran bi dawî kir
10 mijdar, 2021   15:37
DÊRAZOR

Beriya mehekê Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêşxistina qada aborî ya jinan û serxwebûna wê de, dewreyeke durînê ji jinên bajarok re vekir.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrazorê Suha Seîd derçûna 33 durînkaran, piştî perwerdeya li ser durînê dîtin, pîroz kir.

Suha Seîd destnîşan kir ku perwerdekaran waneyên fikirî û pratîkî dîtin û wiha got: "Em bi hemû hêza xwe hewl didin rola jinan piştî di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê de hatibû paşguhkirin, vegerînin."

/ar/uploads/files/2021/11/10/140251_mvi_9958.mp4.00_00_02_31.still002.webp

Endama rêveber da zanîn ku Yekitiya Jinên Ciwan nîqaşa vekirina dewreyeke komputerê jî dike.

Di dawiyê de Fatime Hisên a ku tev li dewreyê bûbû, spasiya çavdêrên dewreyê kir û got, wê baş sûd ji perwerdê girtiye.

Di dawiyê şahiyê de yekitiyê spasname pêşkêşî perwerdekaran kir.

(eh)

ANHA