Şêniyên Amûdê ji Rûsyayê re: Sozên xwe yên agirbestê pêk bîne

Şêniyên Amûdê û PYNK’ê bêdengiya Rûsyayê ya li hember hedefgirtina welatiyên herêmê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk, şermezar kir.

Şêniyên Amûdê ji Rûsyayê re: Sozên xwe yên agirbestê pêk bîne
Şêniyên Amûdê ji Rûsyayê re: Sozên xwe yên agirbestê pêk bîne
Şêniyên Amûdê ji Rûsyayê re: Sozên xwe yên agirbestê pêk bîne
10 mijdar, 2021   15:13
QAMIŞLO

Duh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke welatiyan li taxa Hilêliyê ya Qamişlo armanc kir, di encamê de 3 welatê ji heman malbatê şehîd bûn, bi wê re şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember vê komkujiyê bi hêrs bûn.

Têkildarî vê yekê şêniyên Amûdê meşek li dar xist. Meş ji pêşiya çerxerêya Şengal a Amûdê  dest pê kir û şêniyên pankartên "Hedefgitina Tirkiyê ji welatiyan re sûcê li dijî mirovahiyê ye", "Rûsya li herêmê garantor e û ew berpirsa sûcên Tirkiyê li tevahî herêmê ye" û"Em bang li Rûsya dikin ku welatiyên li herêmê biparêze" rakirin.

Meş ber bi baregeha rûsî ya li navçeyê ve çû, li wir meş veguherî mîtîngê. Şêniyan diruşmên şehîd namirin û şermezarkirina AKP û Erdogan berz kirin.

Piştî hêzên Rûsyayê derketin ber deriyê baregehê da ku li daxwaza şêniyan guhdar bikin, endama rêveber a Tevgera Nûjen a Kurdistanê Newroz Hesen daxuyanî xwend û tê de bang li dewleta Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabe.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji fermandariya leşkerî ya Rûsyayê ya li herêmê re

Tevî ku di cara berê de fermandariya Rûsyayê soz dabû ku ew ê sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deyne, lê piştî wê bi 3 saetan dewleta Tirk êrişî welatiyên Kobanê kir û di encamê de 3 kes şehîd bûn.

Îro jî piştî çend dewleta Tirk gelek komkujî pêk anîn, careke din êrişî welatiyan kir û 3 welatî şehîd bûn.

Em li vir dibêjin ku gelo çima dewleta Rûsyayê sozên xwe yên li hemberî gelê herêmê, ji ber li tevahiya Rojava û Sûriyê garantora agirbestê ye, bi erka xwe ranabe. Dewleta Tirk bi awayekî hovane taxên bajêr topbaran dike, lê dîsa jî Rûsya sînorekî ji van sûcaran re danayne.

Gelo hûn wekî hêzeke garantor a li herêmê, agahiya we ji van sûcan hebû yan tune bû? Em bersiveke zelal ji van pirsan re dixwazin.

Ji lew re û beriya her tiştî divê dewleta Rûsyayê soza xwe ya rawestandina sûcên dewleta Tirk bide, ji ber ku ev sûc nîşaneya kûrkirina krîza Sûriyê ye."

Li aliyekî din jî  PYNK’ê sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyan şermezar kirin û da zanîn bila cîhan tevahî bizane ku vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van sûcan xurtir e.

Her wiha leşkerekî rûsî îdia kir ku  berpirsên payebilind ên Rûsya ji şêniyan re dibêje ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên dewleta Tirk netirsin,  ji ber ew ji bo alîkariya gel li vir in û ger tiştekî qewimî, ew ê destwerdanê bikin, çareser bikin û  dê nameya wan bigihînin fermandariya xwe.

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Amûdê Adil Emîn xîtabî hêzên rûsî kir û got: "Em ji hêzên rûsî yên li herêmê garantor in dixwazin ku li hemberî gelê herêmê soza xwe ya agirbestê bi cih bîne."

(eh)

ANHA