Meclisa Malbatên Şehîdan: Siyaseta qirkirinê ya li Efrînê faşîzma AKP`ê nîşan dide

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî şermezar kirin û diyar kir ku siyaseta qirkirin û înkarê ya li ser gelê Efrînê faşîzma AKP'ê nîşan dide.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Siyaseta qirkirinê ya li Efrînê faşîzma AKP`ê nîşan dide
10 mijdar, 2021   12:58
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li pêşiya navenda meclisê li bajarokê Til Qerah ê kantona Şehbayê kom bûn û alên meclisê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Hisên daxuyanî bi zimanê erebî û endamê rêveber ê meclisê Fewzî Mistefa ya bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyekê de hate gotin dewleta Tirk careke din hewl dide raya giştî bixapîne û hebûna xwe rewa bike da ku dagirkeriya xwe li herêmê mayînde bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevahî sûcên dewleta Tirk ên rojane û komkujiyên li dijî sivîlan li Efrînê yên kuştin, revandin û destdirêjiyê armanc jê ew e ku demografiyê biguherînin, siyaseta qirkirinê li ser Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî yên Sûriye û Kurdistanê bimeşîne û wiha hate gotin: “Ji herêma Şehbayê ya berxwedêr em wek Meclisa Malbatên Şehîdan tevahî sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê şermezar dikin. Her wiha bêdengiya navnetewyî û bi taybet bêdengiya hêzên garantor wek hevkarî û piştgiriya dagirkeriya Tirk dibînin."

Meclisê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zext Ii dewleta Tirk a faşîst bikin da ku rê li ber sûcên wê bigirin û dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî derkeve.

 (dm)

ANHA