​​​​​​​Li herêmê ji ber Koronayê 16 kesên din jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 238 kesên din bi Koronayê ketine, 16 kesan jiyana xwe ji dest daye û 13 kes baş bûne.

​​​​​​​Li herêmê ji ber Koronayê 16 kesên din jiyana xwe ji dest da
10 mijdar, 2021   13:12
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye, ew jî; 3 mêr û jinek ji Hesekê, 2 mêr ji Qamişlo, 2 mêr û 2 jin ji Kobanê, jinek ji Reqayê, 2 mêr û jinek ji Tebqayê û 2 jinên ji Minbicê ne.

Desteyê piştrast kir ku 238 kesên bi Koronayê ketine ji wan, 149 mêr û 89 jin in. Her wiha 13 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 36 hezar û 960 kes bi Korona ketine, hezar û 478 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 498 kes baş bûne.

(dm)