Malbata Yûsif Gulo: Em ê heya nefesa dawîn li ser felsefeya rêber Ocalan li ber xwe bidin

Malbata şehîd Yûsif Gulo piştrast kir ku ew ê li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin û got "Eger zarokek jî ji malbata me bimîne, we ê li ser felsefeya rêber Ocalan ji bo Kurdistanê tê bikoşe."      

Malbata Yûsif Gulo: Em ê heya nefesa dawîn li ser felsefeya rêber Ocalan li ber xwe bidin
10 mijdar, 2021   12:10
QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk sûc û binpêkirinên xwe li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Balafireke bêmirov a artêşa Tirk duh li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê, wesayîtek kir armanc. Di encamê de yek ji kesayetên welatparêz ên Rojava Yûsif Gulo û 2 neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/11/10/104752_img_9999.jpg

Bi armanca şermezarkirina vê komkujiyê û hevgirtina bi malbata her sê şehîdan re, îro bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan bi dirûşma "Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gel ê şoreşger derkevin" xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandêr bi dirûşmên "Bimire îxanet", "Êdî bes e komkujî", "Em dev ji berxwedana xwe bernadin" û "Şehîdên me rêberên me ne" ji Qada Şehîd Xebat a taxa Hilêliyê ber bi konê sersaxiyê ve bi rê ketin. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan hildan.

Li konê sersaxiyê piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd got: "Gelek kes ji gelê me ji bo rizgarkirina axa xwe ji dijminan xwîna xwe feda kiriye, malbata Gulo jî yek ji malbatên yekemîn ên ku tev li şoreşa Rojava bûne."

Ubêd di dewama axaftina xwe de got: "Bi xwîna şehîdan û berxwedana şervanan, me li dijî planên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da."

Ubêd sersaxî ji gelê Kurd xwest û wiha dom kir: "Em li ber mala malbata nîştimanî hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soz didin ku em ê li ser şopa vê malbatê bin heta tola xwe ji hemû dijminan hilînin û herêmê ji çeteyan rizgar bikin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê berxwedana gel bidomînin."

Ubêd diyar kir ku şehîd Yûsif Gulo yek ji wan kesayetan bû ku hemû hebûna xwe ji bo doza gelê xwe feda kiriye, bav û bapîrê şehîdan e û niha jî gihîşt asta şehadetê.

Li ser navê malbata şehîdan, Rêzan Gulo berxwedan û têkoşîna ji bo rizgarkirina tevahî parçeyên Kurdistanê piştrast kir û got: "Em şehadeta Yûsif Gulo û 2 neviyên wî li gelê Kurd û hemû pêkhateyan pîroz dikin. Yûsif Gulo dema bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, soz da ku heta nefesa xwe ya dawîn li ser bingeha fikir û felsefeya tevgera azadiyê bimeşe. Îro jî bi şehadeta xwe ya ji bo welat û gelê xwe ev soz bi cih anî.”

Gulo piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana xwe karîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê têk bibin û bi berxwedana xwe dê hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/11/10/104734_img_0082.jpg

Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Em soz didin ku em ê heta dawiyê rêya Yûsif Gulo bidomînin û xewn û armancên wî pêk bînin. Heke tenê zarokek ji malbata me bimîne jî ew ê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan ji bo Kurdistanê li ber xwe bide."

(dx)

ANHA